DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bîlançoya şerê Mûsilê: 772 çete hatin kuştin

 
24 Cotmeh
13:57 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 75 gund û bajarok hatin rizgarkirin û 772 çete hatin kuştin.

Navenda ragihandina şer a artêşa Iraqê têkildarî encama şerê hefteyekê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 75 gund û bajarok hatin rizgarkirin. Artêşê di daxuyaniyê de da zanîn ku di operasyonê de 772 çete hatine kuştin, 23 çete dîl hatine girtin û 127 wesayitên bombebarkirî hatine desteserkirin.
Artêşê navên gund û bajarokên hatine rizgarkirin aşkere kir û wiha rêz kir: Baz Xire, Baz Kirtan, Tircle, Kibrelî, Xirap Silgan, Şêx Emîr, Şaqulî, Binde Mezin, Binde Biçûk, Sirt, Mihendis Nasr, Sîewiye, Zawiye, Wadî Sif, Wadî Fic, Cedîde Xerbiye, Necme Siflî, Kibr Nayf, Nasiye, Seyîd Hesen, Bîcwaniye Elîlaw Siflî, Bişmaniye, Sirc, Mihendis Şerq, Lizake, Zawiye, Xalîdye, Eyîn Mirmiye, Biycwaniye Palpe, Dirc, Bikr el Walî, Bikir Paniye, Rifle, Birgele, Şiwîrat, Miftl, Tilwl, Nasir, Am Minasîs, Til Şûk, Fifîle, Eîn Mirmey, Selahiye, Sîdawe, Mihmel Kibrît, Mişraq, Hîc, Mikûk, Diwazat, Xibage, Mişreq, Sifîne, Nienae, Qaçiwa el Hemedaniye, Hirare, Elresîf, Elşurî el Cidîde, Mixazin Weqûd, Îbrahîm Xelîl, Ebale, Kanî Hiramî, Bilawat, Asfiye, Guybe, Abo Fişke Elîla, Îxuyine, Eîn, Şik Elîla Walsfay, Sefîne, Secme, Sef Tut, Tilul Mihar û Elhud.

Operasyona Mûsilê di roja 8’em de li eniya rojhilatê Mûsilê bajarokê Hemdaniye didome.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN