Ji bo zarokên geverî kermes
24 Cotmeh
14:01
2016
WAN (DÎHA) - Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava li Wanê dê ji bo zarokên geverî kermesê pêk bîne.
Li bajarên ku piştî qedexeya derketina derve hatin xirakirin û şewitandin xebatên înşa û piştevaniyê didome. Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ya Wanê dê li Kolana Hunerê di 27'ê mehê de kermesê pêk bîne. Kermes dê saet di 12.00'an de bi beşdariya hevşaredar, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan bê vekirin û heta 29'ê mehê bidome.
(sa)