DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm hatin şermezarkirin

 
24 Cotmeh
14:41 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Pirûsê ya Rihayê, navçeya Qelqeliyê ya Wanê û Qosera Mêrdînê bi çalakiyan qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de peyama "qeyûmên bi feraseta xesp, dagirkerî û qirkirinê hatine tayînkirin qebûl nakin" hat dayîn.

Xebatkarên Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê tayînkirina qeyûm bi çalakiya xwe ya heftena şermezar kirin. Xebatkarên şaredariyê û gel di hefteya 7’emîn de li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Pirsûsê kom bûn û bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Hevşeredarên Pirsûsê, rêveber û endamên DBP û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Pirsûsê, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Pirsûsê Alî Akbaş axivî. Akbaş Xebatkara Navenda Çapemeniya YPJ’ê ku di 20’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dayî li bi bir anî û ji bo xebatkarên çapemeniya azad sersaxî xwest.

'Pirsgirêkên gel nayên çareserkirin'

Akbaş da zanîn ku piştî kayumê pirsgirêkên gelê Pirsûsê gihiştine asta herî jor û wiha got: “Pirsgirêkên gel nayên çareserkirin. Gelê me yê ku diçin şaredariyê û xebatkarên şaredariyê rastî çewisandina polîsan tên. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel divê demildest kayum paşve bê rakirin.”

‘Gelê kurd nêzî serkeftinê bûye’

Akbaş bang li gelê Pirsûsê kir û gotinên xwe wiha bi dawî anî. “Em gelê xwe vedixwînin çalakiya xwe ya her hefte û bila dengê xwe tevlî yê me bike. Gelê kurd tu dem wek niha nêzî azadî û serkeftinê nebûye.”

Li Qelgeliyê meş

Li navçeya Qelqeliyê yên Wanê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê li navenda sûkê meş hat lidarxistin û qeyûm hat şermezarkirin. Di meşê de dowîzê "Xwedî li îradeya xwe derkeve" "Em li dijî qeyûm di nobetê de ne" hatin hilgirtin de piştre daxuyanî hat dawîn. Rêveberê HDP'ê lê Qelqeliyê M. Şefîk Enistekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê li dijî hemû derûdorên muxalîf ên li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê xistiye dewreyê û di çarçoveya vî polîtîkayê de şaredariyên DBP'î bi qayûman ve hate xespkirin.

Enîstekîn destnîşa kir ku hikûmeta AKP'ê îradeya gel a ku li Kurdistanê nekarî bi hilbijartinê qezenc bike bi qeyûman ve qesp kir û wiha got: "Em qeyûmên ku bi feraseta dagirkerî, xesp û qirkirinê hatiye tayînkirin qebûl nakin. Ev rêbaz li hemberî îradeya gel îxanet e, em lenet dikin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Li Qoserê çalakiya rûniştinê

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê xebatkarên şaredariyê, hevşaredar, hevserokên DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên meclîsa şeradariyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Alî Dînler di çalikiya li ber şaredariyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: "Riya ku îxtidara AKP'ê dişopîne hemû qadên demokratîk tune dike. Bi qirkirinê, bêdengkirina çapemeniyê, kedkaran ji kar avêtinê ve dibêje qey dê îxtidara xwe xurt bike. Encama van pêkanînan bi cihbûna faşîzmê ye. Em ê li dijî pêkanînê faşîst berxwedana demokratîk xurtir bikin. Qayûm pêkanînekî faşîst e. Tunehesibandina îradeya gel e. Ji ber vê yekê em qeyûman nas nakin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

(bî-ado/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN