DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

SGDF: Em bi hewldanên revandinê re rû birûne

 
24 Cotmeh
15:29 2016

STENBOL (DÎHA) - Endamên SGDF'ê diyar kirin ku di demên dawî de êrîşên tacîz û êrîşên li dijî wan zêde bûne, endamên wan bi hewldanên revandinê re rû bi rûne.

Endamêm Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF), li gel malbatên kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, têkildarî êrîşên li dijî xwe, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de malbatên endamên SGDF'ê yên li Pirsûsê hatin qetilkirin û endamên DGDF'ê û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbkaş, Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç parêzerê ÎHD'ê Huseyîn Bogatekîn amade bûn. Li salonê pankarta "We bi komkujiyan qelas nekir hûn nikarin bi zextan jî tune bikin" vekirin û silogana "Em dê li dijî fazîşma Qesrê têbikşin" berz kirin.

Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç diyar kir ku bêyî hincet û sedemên hiqûqî hebin endamên SGDF'ê tên binçavkirin û rastî tundî û tacîzê tên. Yuzgeç, da zanîn ku ger tiştek bê serê endamê wan berpisiyar polîs û rayedarên dewletê ne û wiha got: "Em dê li dijî faşîzmê têbikoşin. Em ji aliyê kesên nayên nasîn ve tên şopandin."

Endamê SGDF'ê Ugur Ok yê di komkujiya Pirsûsê de birîndar bû jî anî ziman ku ew her dem tên şopandin û bi revandina polîsan re rû bi rûne û wiha got: "Em li Pirsûsê kirin hedefa DAIŞ'ê. Niha jî em ji aliyê kesên nediyar ve tên şopandin. Em rastî gefan tên."

Parêzerê ÎHD'ê Huseyin Bogatekin jî anî ziman ku mafê azadî û hiqûqê yên mirovan tên binpêkirin û piştî di vê serdema şer dijwar bûye fikarên wan jî zêde bûne. Bogatekîn, destnîşan kir ku di 2 mehên dawîde serlêdanên bi vî rengî zêde bûne û ev yek fikarên wan zêde dike. Em dibînin ku di vê serdemê de ji hemû beşên civakê serî li komeleya me didin. Bi taybetî di serlêdanan de îşkence û binpêkirina mafên azadiyê derdikeve pêş. Em raporan ji cemaweriya navneteyî re dinivîsin. "

Piştre li ser navê SGDF'ê endamê SGDF'ê Ozge Dogan, diyar kir ku bi êrîşa Pirsûsê re deriyê şer û operasyonan hat vekirin wiha got: "Bi îlana OHAL'ê ya 20'ê Tîrmehê re îktîdar dixwaze hêza faşîzmê mezin bike. Bi îlana OHAL'ê re Gaziy^Fen Pirsûsê û endamên SGDF'ê rastî êrîş, tundî, îşkenc û şopandrinê tên. Li dijî endamên SGDFê li Dêrsim, Balıkesir, Enqere, Stenbolê li dijî endamên me operasyon pêk hatin. Li Dîlok, Îzmir û Edeneyê endamên SGDF'ê bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" hatin girtin û hêj girtî ne. Endamên me yên li derve tên şopandin û bi girtinê re rû bi rûne. Em dê doz û îdîayên kesên di têkoşîna aştî, demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dan pêş de bibin û mezin bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN