DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiya nexweş Çapraz derdikeve pêşberî dadgehê

24 Cotmeh
16:56 2016

STENBOL (DÎHA) - Girtiya nexweş û endama Meclîsa Bajar a DBP'ê Sîbel Çapraz sibê derdikeve pêşberî dadgehe.


Endama Meclîsa Giştî ya Bajar a Colemêrgê ya DBP'î Sibel Çapraz ku bi birîndarî hat girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, dê sibê derkeve pêşberî dadgehê. Sibel Çapraz di 27'ê Mijdara 2015'an de di meşên girseyî de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndarkirin û piştre hat girtin. Çapraz, heta niha 15 caran hatiye emeliyatkirin. Çapraz di 20'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û rastî cezayê dîsîplînê hatibû. Çapraz, di nava şert û mercên giran de dimîne. Capraz ku di 11'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa R a Menemenê anîbûn Bakirkoyê dê sibê derkeve pêşberî dadgehê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN