Ji ber poster rakirin 3 rojin di bin çavan dene
AMED (DÎHA) - Xizmên gerillaya YJA-Starê Şerife Ergun Merve, Recep û Suleyman Ergun ji ber di merasima cenaze de wêne rakirin 3 rojin di bin çavan dene.
Endama YJA-Starê Şerife Ergun (Ruken Amed) li Çiyayê Mawa yê Sêrtê di 18'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê gerîllaya YJA-Starê Şerife Ergun (Ruken Amed) li goristana Yenikoyê ya Amedê hat definkirin. Malbatê xwest ji bo cenaze merasimê pêk bîne. Lê polîsan êrîş kir û di êrîşê de Merve Ergun û birayên Ergun Recep û Suleyman Ergun bi hinceta poster rakirine binçav kirin. Merve Ergun ê 17 salî birin şaxa zarokan a polîsan. Recep û Suyelman jî birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Merve, Recep û Suleyman 3 rojin hêj di bin çavan dene. Polîs serê sibê li malbata Ergun geriyan û diyar kirin ku dê Merve Ergun 24 saetên din di bin çavan de bin
(mae)