Polîsan li Cizîrê zarokê 5 salî kuşt
24 Cotmeh
18:35
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê wesayita zirxî ya polîsan li zarokê 5 salî Hakan Sarak xist û qetil kir.
Li navçeya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxi ya polîsan a ku li taxa Nûrê dewriye digeriya derdora saet 17.00'an da ser zarokê 5 salî Hakan Sarak. Sarak ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Cizirî. Piştî ku mudeheleya destpêkê li Cizirî hat kirin Sarak sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kirin û Sarak di rê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha dema malbata Sarak pirsa polîsan kir û got "We çima kurê me kuşt" polîsan bersiva, "Hûn kurê xwe berdin ser kolanan em jî dê bikujin." da malbatê.
Cenazeyê Sarak ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
(kom/no/mae)