Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê welatiyê bi navê Zulkuf Kaya dema ji Cizîrê ber bi Şirnex ve diçû li noqteya lêgerînê ya Qesirgê hat binçavkirin.
Li Şirnexê welatiyê bi navê Zulkuf Kaya dema serê sibê ji Cizîrê ber bi Şirnexê ve diçû bi hinceta, "endamê rêxistinê ye û heqaret li serokomar kiriye" hat binçavkirin. Kaya yê ku li noqteya lêgerînê ya bajaroka Qesirgê hatî binçavkirin ji bo îfadeyê birin Dozgeriya Şirnexê.
(kom/no)