Gerîlayê HPG'ê Kaya li Amedê hat definkirin
AMED (DÎHA) - Gerilayê HPG'ê Remzî Kaya yê ku di 20'ê cotmehê de li Bazîdê jiyana xwe ji dest da li Amedê hat definkirin.
Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Remzî Kaya (Navdar Amed ), di 20'ê cotmehê de li navçeya Bazida Agiriyê di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê zarokê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirt û anîn Amedê. Ji bo Kaya li Goristina Yenîkoya Rezana Amedê merasîm hat li darxistin. Di merasîmê de parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê û gelek welatî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî dema girseyê darbesta Kaya li ser milan dibir goristanê polîsan derdora girseyê dorpêç kir. Li gel hemû gef û dorpêçkirina polîsan girseyê cenaze definkir. Cenazeyê Kaya bi dirûşmeya " Şehîd namirin" û lîlandinê hat definkirin.
Piştî defnê, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe diyar kir ku tehamûla dewletê li dijî cenazeyan jî nemaye û wiha got: "Êdî bes e ji vî şerî re. Ev şer şerê qoltixa Erdogan e. Em naxwazin tu kes bê qetilkirin." Pençe got ku ew ê têkoşin û berxwedana şervan û gerîlayên xwe bilind bikin.
Ji bo Kaya dê li Mala Şînê ya Temiran serdanên sersaxiyê bê dayîn.
(rd-bo/bg/mae)