DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Malbatan cenazeyên 12 HPG’iyan nas kir

 
24 Cotmeh
21:14 2016

MELETÎ (DÎHA) - Malbatan ji 14 gerîllaylên HPG û YJA-Star’ê yên li Dersimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê 12 gerîllayan nas kir.

Li geliyê Pûlûrê ya Dêrsimê di 16’ê Cotmehê de balafirên şer ên Tirk êrîşên hewayî pêk anîbûn. Di êrîşên hewayî de 14 gerillayên HPG -YJA-Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan ji 14 cenazeyên li satiya tipa edlî ya Meletiyê cenazeyên 12 gerîllayan nas kir. Malbatên ku piştî navê zarokên wan diyar bû çûn Meletiyê û serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan.Li gel malbatan wekîlên HDP’ê Feleknas Uca û Behçet Yildirim, endam û rêveberên MEYA-DER, HDP û DBP’ê yên Meletiyê jî hatin saziya tipa edlî.
Malbat piştî çûn morgê û li cenazeyan nerîn, cenazeyên 12 gerîllayên HPG û YJA-Starê nas kirin.

12 gerîllayên hatin teşhîskirin wiha ne: Cemal Kaya (Sefkan Dersim), Dilan Akkoç (Destan Agit), Şevin Akdamar (Nûjîn Solîn), Dilek Gunenç (Roza Hêlîn), İbrahim Gultekin (Dogan Amed), Şenay Laleşahin (Ciwana Amed), Sultan Gokturk ( Jin Şîrvan), Semra Elalmiş (Peyman Kürdistan), Ugurcan Akgunder (Şiyar Dersim), Ramazan Karadag (Piling Sur), Mahmut Bilgi (Seyitxan Amed) û Yavuz Unal (Rûbar Hani).

Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin li ber satiya tipa edlî radiwestin.
(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN