Bi bombeyan êrîşî qereqola polîsan kirin
EDENE (DÎHA) - Li dijî qereqola polîsan a li Daglioglu ya navçeya Seyhanê bi bombeya deng êrîş pêk hat.
Li dijî qereqola Mehmet Alî Arslan a li kolana Bahçelîevler ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê êrîşa bombeyî ya deng pêk hat. Di dema êrîşê de polîs tirsek mezin jiyan û piştî êrîşê polîsan derdora qereqol û taxê dorpêç kirin.
Li aliyê din polîs li taxê bi wesayîtên zirxî digerin.
(mb)