Ev dest 51 sal e ruh didin sefarê
XARPÊT (DÎHA) – Mûzaffer Poyraz ê ku di zarokatiya xwe de dest bi sefariyê kir û ev 51 sal e didomîn got, ew li rojên berê digere û anî ziman ku, ji bo pîşeya wî winda nebe, ew ê heta dawiya temenê xwe sefariyê bike.
Mûzaffer Poyraz ê di 7 saliya xwe de li Sûka Sefaran a Xarpêtê dest bi sefariyê kir, ev 51 sal e pîşeya xwe li ser bingeha hoste-şagirtiyê didomîne. Poyraz diyar kir ku, pîşeya wî girêdayî çandekê ye, ew ê piştî hosteyên sefarî winda bibe û got, kes wek berê qîmetê nade sefariyê. Poyraz da zanîn ku, li bajêr ji bilî wî kesekî din jî vî karî dike û got, ji ber êdî quşxaneyên pola û elemînyonî li fabrîqeyan tên çêkirin, êdî pîşeya wan rastî eleqeyê nayê.
Poyraz wiha axivî: “Dema em biçûk bûn, me ji ber bêderfetiya maddî nexwend. Ji bo em di warê aborî de piştevaniya malbata xwe bikin, diviya em di karekî de bixebitin. Lê belê, nifşên niha ne xwedî li mîrateya xwe yî çandî derdikevin û ne jî di warê aborî de piştevaniya malbata xwe dikin. Ji ber vê, ji bo pêşeroja sefariyê kes tune bixebite.”
‘Min bi keda xwe 4 zarokên xwe dan xwendin’
Poyraz dest nîşan kir ku, bes gundên hawirdorê daxwaza amûrên sefariyê dikin û wiha got: “Berê di her malê de nêzî 50 amûrên ji sefariyê dihatin çêkirin hebû. Lê niha di hin malan de qet tune ne jî. Di roja îroyîn de bes ji bo dawet û cejnan amûrên ji sefarê tên bikaranîn. Ev rewş jî dibe sedema ku em di warê aborî de bitengijin. Lê belê ez ji pîşeyê xwe jî nepoşman im. Çimkî min bi saya vî pîşeyê, bi keda xwe 4 zarokên xwe dan xwendin.”
Mîrateya sefariyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye
Poyraz dest nîşan kir ku, têkildarî parastina pîşeya sefariyê tu pêşnûma û piştevaniya dewletê tune ye. Poyraz wiha domand: “Sefariya ku bi bi sedan sal e li dijî her bobelatê domiyaye, di roja îroyn de ji ber fabrîqeyan niha bi tunebûyînê re rû bi rû ye. Sefarî di dîrok û çanda me de xwedî cihekî girîng e û ji ber bi tu awayî nayê parastin, êdî hatiye wê astê ku, dê nedome.”
(red)