Dogan: Armanc girtina parlamenterên HDP'î ye
ENQERE (DÎHA) – Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan têkildarî operayonên qirkirina siyasî de got, hikûmeta AKP’ê di bin navê demokrasiyê de rejîma dîktatorî ava kiriye û diyar kir ku, AKP dê operasyonên qirkirinê heta ber bi girtina parlamenteran ve jî bidomîn e.
Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê ku dengeyên siyaseta Tirkiyeyê serobin kirin, siyaseta kurd bû hedefa hikûmeta AKP'ê. Ji aliyekî ve li dijî kurdan êriş, şer û wêrankirin dest pê kirin, li aliyekî jî, siyasetmedarên kurd, rastê êriş, dorpêçkirina darazê hatin. Herî dawî li gelek siyasetmedarên kurd têkildarî doza "KCK"ê ji nû ve doz li wan hatin vekirin û hatin binçavkirin. Bi taybetî piştî OHAL’ê êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd zêde bûn, binçavkirin û girtin jî gihîştin asta herî bilind. Têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd Parlementerê HDP’ê ya Stenbolê Celal Dogan axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê ber bi xetareyê ve dibe.
‘Li Tirkiyeyê dîktatorî tê avakirin'
Dogan da zanîn ku di hemû rejîman de desthilatdarî heye û wiha axivî: “Di hemû rejîman de desthilatdarî heye. Lê dema ku mirov qala demokrasiyê dike, di nav rejîman de tenê rejîma demokratîk desthilatdariyê bi sînor dike. Lê mixabin rejîma Tirkiyeyê di bin navê demokrasiyê de, desthilatdariyeke dîktatorî ava dike û dimeşîne."
‘AKP Tirkiyeyek derdemokrasiyî ava kiriye’
Dogan got ku, hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyeke ku demokrasî û azadiya çapemeniyê ji holê hatiye rakirin avakiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dizanin ku hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyeke nû ava kiriye. Di vê avakirinê de nirx û siyaseta demokratîk a partiyên siyasî yên li parlementoyê tên binpêkirin. Radyo, televîzyon û rojnameyên mûxalîf û kurd tên girtin û mohrkirin. Ev yek jî siyaseta hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyek nû û têkçûna demokrasiyê nîşan dide."
‘AKP dixwaze mûxalefetê tûne bike’
Dogan dest nişankir ku, li dijî siyaseta kurd û demokratîk, êrîşên qirkirinê piştî 7’ê hezîranê û piştî ilankirina OHAL’ê zede bûne û wiha domand: “Piştî ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de HDP’ê encamek baş girt, mitîng û daxûyaniyên HDP’ê hatin sabotekirin û bi her awayî li dijî HDP’ê lîstikên kirêt hatin lîstin. Hikûmeta AKP’ê niha dixwaze referandumê li dar bixe û pergela xwe ya nû misoger bike. Dixwaze bi vê yekê jî partiyên mûxalîf tunebin û siyasetek desthilatdar di parlementoyê de bide meşandin. Siyasetek wiha tu encamên erênî dernaxe holê û dê pêvajo bi vê siyasetê hêj xirabtir bibe.”
Dogan got ku, hikûmet dixwaze bi van pêkutiyan muxalefetê bê mecal bike û pişt re jî biçe hilbijartinê.
‘Tu zilm bi awyaekî demdirêj berdewam nakin’
Dogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema van girtin û binçavkirinan, avakirina zemîna girtina parlementerên HDP’ê ye. Girtin û binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê nîşan dide ku, ev girtin dê heta girtina parlementerên HDP’ê bidome. Tu kes nizane ku dê ev girtin û binçavkirin heta kuderê biçin. Hinek kes HDP’ê wekî şeytan bi nav dikin û nîşan didin. Ev fikrên kirêt û derew ji bo gel tu encamên baş dernaxe û dê di nav civak de tiştên xetereyî derxe holê. Siyasetek wiha derdemokrasiyî, demokrasiyek rasteqîn dernaxe holê. Tu zilm bê dawî nîne û tu kes nikare heya dawiyê zilma xwe bidomine. Ez banga demokrasiyek mayînde li îktîdara AKP’ê û Serokomar Erdoganî dikim. Hûn mecbûr in li ser masê, bi riya muzakereyan van pirsgirêkan çareser bikin.”
(fd/kk/red)