DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li 16 gundên Amedê qedexe hat îlankirin

25 Cotmeh
09:05 2016

AMED (DÎHA) - Walîtiya Amedê li 16 gundên Licê û Hênê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir.

Walîtiya Amedê operasyona leşkerî wek hincet da nîşandan û ji saet 04.00’ê serê sibê şûn ve li 16 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir.

Li gundên Kanîsipî, Çemê Elîk, Marxê, Xeynê, Korxê, Xana Kelê, Dizeynê, Qilêdar, Tilê, Comelaş, Dêrqan ên Licê û li gundên Nerba Topalan, Şelê, Babex, Tewil û Serdê yên Hênê qedexe hat dayîn.

Beriya niha jî Walîtiya Amedê gelek caran li van gundan “qedexeya derketina kolanan” dabû îlankirin.

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN