DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bêyî delîl hebin hat girtin

 
25 Cotmeh
09:05 2016

ŞERMİN SOYDAN

ERZIROM (DÎHA)
- Li Agiriyê piştî pevçûna di navbera HPG’yiyan û leşkeran de, leşkerên ku bi ser zonanan de girtibûn, Fatma Bayar a ku nexweşîna kronîk a madeyê lê peyda bûye, bêyî delîlek hebe wê binçav dikin û dawiyê digirin.

Nûçegîhana me Şermîn Soydan a di 14’ê gulanê de li Gevera Colemêrgê hat girtin û li Girtîgeha Oltûyê tê ragirtin, nameyek şand. Soydan di nameya xwe de diyar dike ku, di 20’ê tebaxê de li herêma Cûmaçayê ya Agiriyê piştî pevçûna di navbera HPG’yî û leşkeran de, leşker bi ser Zozana Kaniya Xatûnê de digirin û li wir Fatma Bayar (59) binçav dikin. Soydan, diyar dike ku Bayar û 3 kes li zozanê tên binçavkirin û piştî 6 rojan tên girtin û her wiha dide zanîn ku nexweşîna kronîk a madeyê jî li Bayar peyda bûye. Soydan, diyar dike ku Bayar bi îdiaya ‘Alîkarî û pişetvaniya rêxistinê kiriye" hatiye girtin û pêşî ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û paşê ew sirgûnî Girtîgeha Oltû ya Erziromê kirine. Soydan, destnîşan kir ku di dosyeya Bayar de tu delîl tune ne wiha got: “Li Zozana Kaniya Xatûnê ya ku Bayar lê dijî, pevçûn danê êvarî dest pê dikin. A rast pevçûn hinekî dûrî zozana ku Bayar wan lê dijîn pêk tên, lê bes dengê pevçûnan tê wan. Piştî pevçûn dijwar dibin, bi helîkopter û kobrayan guleyan direşînin ser welatiyên li zozana Bayar wan. Dema xizmên Bayar wan dibihîsîn li zozanê pevçûn rû dane, ji bo alîkariya xizmên xwe berê xwe didin zozanan, lê leşker wan jî derb û binçav dikin. Yek jiw an kesên hat derbkirin û binçavkirin jî kurê Bayar, Tekîn Bayar e.”

Tenduristiya wê her diçe xerabtir dibe

Soydan diyar kir ku, Bayara 59 sal û nexweşa kronîk a madeyê dema tê binçavkirin, li Muduriyeta Polîsan a Agiriyê û li dozgeriyê rastî heqaretan tê. Soydan wiha vegot: “Tim pirsên wek ‘Te terorîst dîtin an, te qelî da wan an, wan poşetê çi dan te?’ jê hatine pirsîn û bi hin sûcên bi vî rengî hatiye tawanbarkirin.” Soydan da zanîn ku, di lêpirsîna polîsan de tiştên ku Bayar qet negotine jî cih girtine û li ser vê ji aliyê heyeta dadgehê ve tê girtin û diyar kir ku, Bayar 2 caran ji madeya xwe emeliyat bûye û rewşa wê ya tenduristî her diçe xerabtir dibe.

Ji heman dosyeyê hevjînê wê jî hat girtin

Tekîn Bayar, kurê Abdûlrezzak Bayar (60) ê ku piştî hefteyekê ji heman dosyeyê hat girtin, wiha got: “Dayîka min ne bes bû, ji heman dosyayê hatin bavê min jî birin.” Bayar, anî ziman ku dayîka wî qet bi tirkî nizane û wiha axivî: “Dosyayeke wisa hatiye amadekirin ku, tu tiştekî şênber tê de cih nagire. Em bi parêzer re çûn, me ew raçav kir. Di dosyeyê de tenê derewên kesekî cih digirin; tê îdiakirin ku roja pevçûnê gerîlla hatine konên em lê dijîn û 2 poşet danî ne ji bilî vê tu tiştek di dosyeyê de cih nagire.”

Bayar, got ku nexweşîna dayîka wî girane û wiha banga hestiyariyê kir: “Bijîşkan gelek caran diyar kiribûn ku divê dayîka min li nêvengên hijyenîk, tenduristiyane bijî. Lê, piştî ket girtîgehê êdî nayê naskirin. Bûye hestî û maye.”

(red)








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN