'Bêrîtan çawkaniya jiyanê ye'
DERSIM (DÎHA) - Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) got, Bêrîtanê çalakiya xwe tenê ne ji bo xwe parastinê an jî nekeve destê dijmin pêk anî û wiha axivî: "Em Bêrîtanê çiqas fêm bikin em ê ewqas bikaribin Bêrîtanê bînin ziman. Dema her yek ji me parçeyek ji Bêrîtanê hilda ser milê xwe, wê demê em ê bibin Bêrîtan."
Gulnaz Karataş bi bernavê xwe Bêrîtan yek ji wan berxwedêrên jin ên ku navê xwe li dîrokê nivîsandiye. Bêrîtan di 25'ê cotmeha 1992'an de ji bo ku nekeve destê dijmin li herêma Lelîkan a Xakûrkê xwe di zinar de avêt û jiyana xwe ji dest da. Bêrîtanê jî ji Dersîmê ye, yanî ji xaka Besê û Zarîfeya ku di komkiya 38'an de ji bo ku nekevin destê dijmin xwe di zinaran de avêtibû. Lê ji ber ku malbata wê koçberî navçeya Bongîlan a Çewligê bûbû Berîtanê jî li vir çavê xwe li dinê vekir. Piştî ku Bêrîtanê dibistana navîn li vir qedand ji bo zanîngehê çû Stenbolê. Bêrîtanê li vir tevgera azadiyê nas kir û pişt re bi awayekî aktîf tevlî nava xebatan bû. Bi demê re Bêrîtan hat binçavkirin, girtin û di îşkenceyên dewleta tirk re derbas bû. Piştî ku sala 1991'an Bêrîtan ji zindanê derket rasterast berê xwe da wargehên azad. Bêrîtanê bi vê tevilbûna xwe qedera ku ji bo jinan hatiye nivîsin da aliyekê û di salekê de bû yek ji fermandarên herêmê.
'Bêrîtan bûye evîna ku çavkaniya xwe ji gel digire'
Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan diyar kir ku, vegotina ser kesayeta lehengek wiha gelekî zor e û wiha axivî: "Jinên ku weke Bêrîtanê bûne leheng bêyî ku werin bîranîn divê werin jiyîn û fêmkirin. Em weke gelê kurd hêj jî hewl didin ku Bêrîtanê fêm bikin. Ez ji xwe dest pê dikim û dibêjim ku me Bêrîtan baş fam nekiriye. Bêrîtan Dersîm e, Kurdistan e. Bêrîtan evîn, hezkirin e. Mirov dikare bibêje ku li ser mirovatiyê, li ser jinê çiqas tiştên xweş hebin hemû Bêrîtanê di hundirê xwe de hewandine. Ji ber vê yekê fêmkirina Bêrîtanan zor e. Ji ber ku wan xwe gihandiye asta herî jor. Ew bûne welat, bûne gel. Ew bûne evînên ku çavkaniya xwe ji gel digirin."
'Bêrîtanê çawaniya jiyana nû nîşanî me da'
Dogan got, Berîtanê bi çalakiya xwe çawaniya jiyana nû nîşanî me da û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bêrîtanê gelekî ji gelê xwe, ji welatê xwe hez kir. Wê hezkirin veguherand evînê. Bêrîtanê dema ku xwe ji zinaran avêt çawaniya jiyanek nû nîşanî me da. Divê mirov vê pirsgirêkê tenê ne weke jin bigire dest û derbas bibe. Çalakiya Bêrîtanê di heman demê de, li dijî zihniyeta mêr a paşverû bû. Ev çalakî bersivek ji bo Kurdistana parçebûyî, ji bo welat û gelê parçebûyî bû. Ji ber vê yekê fêmkirina Bêrîtanê tê wateya welatparêzî, azadbûn û jinbûnê. Jinên ku îro li Rojava bûne Bêrîtan destanan dinivîsin. Ev yek li Şengalê jî, li Dersîmê jî wisa ye. Me îro Rozaya xwe winda kir li Dersimê. Gerîlaya 20 salan bû û ew jî bûbû Bêrîtan. Dema ku me jiyana azad raçand û em azad bûn wê demê em ê bikaribin bibêjin me deynê xwe yê li hemberî Bêrîtanê daye."
'Dê jiyîn û liberxwedayîn bi Bêrîtanbûnê pêk were'
Dogan dest nîşan kir ku, Bêrîtan evîna wan, ronahiya wan e û wiha domand: "Çalakiya Bêrîtanê ji bo gel ji bo jinan berxwedanek nû bû û Bêrîtanê tovek çand. Îro li Başûr, li Rojava bi hezaran jinan hem navê Bêrîtanê li xwe kirin û hem jî bûn Bêrîtan, şer kirin û bûn leheng. Ên ku duh Bêrîtan fêm nedikirin îro li hember wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ji ber ku ew destpêka tiştekî bû û heqîqeta rastiya jiyanê bû. Bêrîtan tenê ne lehenga dema xwe, ew lenhenga her demê û mekanê ye. Ji bo mirov bijî û li ber xwe bide, wê ev bi Bêrîtanbûnê pêk were. Em vê li Rojava, li Başûr û li çiyayên Bakûr dibînin. Em vê yekê ji bêrîkirin û rêzdariya gel a li hember Bêrîtanê dibînin."
'Îro gelek tişt hene ku zarok, jin û mêr ji Bêrîtanê fêr bibin'
Dogan herî dawî got, Bêrîtan navê jiyanê bi xwe ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêrîtan Dersim bi xwe ye. Dibe ku Bêrîtan li Dersimê mezin nebûbe, lê ger mirov xwe berde nav dîrokê û vegere divê ev veger weke ya Bêrîtanê bi lenhengî be. Temsîlkirina Dersimê, yekrihbûyîna Dersimê wiha tê kirin. Îro zarok, jin û zilamên ku li metropol û Ewrûpa dijîn dikarin gelek tiştan ji Bêrîtanê fêr bibin. Heta ku ew hebin asta Bêrîtanbûyînê ne evîna Dersimê ne jî evîna gel dijîn. Ev yek ji bo me hemûyan wiha ye. Bi taybetî jî ji bo Dersimiyên derveyî Dersimê dijîn wiha ye. Fêmkirina Bêrîtanê peywirek ya ciwanên Dersimê yên ku li derveyî Dersimê dijîn."
(no/red)