DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Nexweşiyên Rojvan ê 6 mehî her diçe zêde dibin'

 
25 Cotmeh
09:12 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Nexweşiyên Rojvan Çiya Baran ê 6 mehî ku bi dayîka xwe re di Girtîgeha Mêrdînê de dimînin her ku diçe zêdetir dibin. Xaltîka Rojvan, Seyran Eleftoz diyar kir ku herî dawî nexweşiyên weke serma, emel û tayê li Rojvan peyda bûne û bijîşkê zaroka li girtîgehê tune ye ku li xwarziyê wê binêre.

Zarokê bi navê Rojvan Çiya Baran ê 6 mehî di 11'ê îlonê de ji ber dayîka wî Leyla Eleftoz Baran li navçeya Qosera Mêrdînê bi hinceta, "endama rêxistinê ye" hate girtin, wî jî bi dayîka wî re şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Rojvan li qawîşeke ku kapasîteya wê 30 kes in, lê 45 kes lê dimînin tê ragirtin û her diçe nexweşî li Rojvan zêde dibin. Xaltîka Rojvan, Seyran Eleftoz diyar kir ku, di hevdîtina herî dawî de gelek nexweşî li Rojvan peyda bûne.

'Nexweşiyên Rojvan her diçe zêde dibin'

Eleftoz da zanîn ku, hefteya berê ji ber ku bijîşkên zarokan li girtigehê tune ye pratîsyen dermanê zarokên 10 salî daye Rojvan û axaftina wiha berdewam kir: "Hefteya borî em çûn hevdîtinê, Rojvan zahf nexweş bû. Bêvla wî diherikî, emelê wî diçû, bi tayê diket û her ku diçe lê giran dibe. Min jî Rojvan bir nexweşxaneyê. Pişt re min dîsa anî girtigehê. Girtigeh pir sar e. Mirovên mezin nikarin di bin van şert û mercan de bijîn. Min got em ê Rojvan ji girtigehê derbixin, lê bijîşk got divê şîrê dayîka xwe vexwe. Ji ber vê yekê min jî Rojvan li ba dayîka wî hişt. Gelek zarok wek Rojvan di girtigehan de ne. Divê gelê me li dijî vê zilmê bêdeng nemîne. Bila zarokên me di girtigehan de mezin nebin."

'Sûcê van zarokan ji ber ku zarok in gelo?'

Xalet Eleftoz dest nîşan kir ku, hefteya borî bi rêya parêzerên xwe tehliyeya xwişk û xwarziyê xwe xwestiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev xwesteka me ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin. Em dixwazin xwişk û xwarziyê min demildest serbest bên berdan û bigihêjin azadiya xwe. Em dixwazin Rojvan û zarokên wek Rojvan di girtigehan de bi dayikên xwe re dimînin azad bibin. 'Sûcê van zarokan ji ber ku zarok in gelo?"

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN