Dê alaya berxwedanê ya Bêrîtanê nekeve!
SERFİRAZ GEZGİN
ÎZMÎR(DÎHA)- Gulnaz Karakaş (Bêrîtan) ku 25 sal berê ji bo teslîm nebe xwe ji zinarên Çiyayê Xakûrkê avêt û dawî li jiyana xwe anî, bi gotina xwe ya “Ez ê bi şer jiyanê bi dest bixim” girêdana xwe ya ji bo azadiyê pênase dike.
Gulnaz Karakaş bi bernavê xwe Bêrîtan, ku bi bêtehamuliya xwe ya li dijî teslîmiyetê û li nav refên PKK’ê bi têkoşîna xwe ya di nav tevgera azadiyê de bû sembola berxwedana jinê, di ser koça wê de 5 sal derbas bûn. Di sala 1992’an de di “Operasyona Sandivîçê” ya ji aliyê TSK, KDP û YNK’ê ve pêk hat, heta guleya xwe ya dawî têkoşiya û ji bo teslîm nebe xwe ji zinarên Çiyayê Xakûrkê avêtibû û dawî li jiyana xwe anî bû. Gotina Karata “Ez ê bi şer jiyanê bi dest bixim” girêdana wê ya ji bo azadiyê bi her awayî pênase dike.
'Bi sekna xwe ya li dijî neheqiyê balê dikşîne’
Gulnaz Karataş, di sala 1971’ê de wek zarokê malbateke karmend û ji Dersimê, li Solxanê tê dinyayê. Kartaşa ku dibistana seretayî li Xarpêtê dixwîne, hîn di zarokatiya xwe de sekna wê ya li dijî neheqiyê balê dikşîne. Di sala 1989’an de li Fakulteya Zanistên Îktîsadiya Îngîlîzî ya Zanîngeha Stenbolê Beşa Ekonomiyê dixwîne. Li dibistanê di tîma hentbolê de qaptanê tîmê ye û wek xwendekara herî zêde pirtûkan dixwîne, qet pêkûtiyan qebûl nake balê dikşîne.
'Hêrsa xwe bir çiyê’
Gulnaz Karataş, wê demê bi saya kekê xwe ya mamsote Servet Azmî tevgera azadiyê dinase û di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de li nav gel dest bi xebatên rêxistinbûyînê dike. Kartaş di sala xwe ya ewil a zanîngehê de tê girtin û dema li girtîgehê ye tim rastî îşkenceyan tê. Piştî tê berdan hêrsa wê ya li dijî dewletê zêdetir û gurtir dibe û di sala 1990’î de nameyekê ji malbata xwe re dihêle û di nameyê de wiha dibêje: “Ez ê hesabê tiştên li me hatine kirin bipirsim. Min tu tişt ji bîr nekiriye” û berê xwe dide çiyayên azad.
'Bû pêşenga kevneşopiya berxwedanê’
Kartaş, piştî tevlî refên gerîlla dibe bernavê Bêrîtan li xwe dike û hîn salek di ser beşdarbûyîna wê re derbas nabe dibe fermandar. Kartaş aku li her kêlî û quntarên çiyayên Kurdistanê evîna xwe ya ji bo nexş kir, bi bêtehamuliya xwe ya li dijî teslîmiyetê, biryardarî û ezma xwe ya ji bo têkoşînê dibe pêşenga kevnoşopiya berxwedanê.
Dengê çiya, qîrîna jinê; Bêrîtan…
Karataş, dibe dengê çiyayan, her wiha li gel vê dibe ew qîrîna nebihîstî ya jinê jî. Karataş a ku dibêje “Ez ê bi şer jiyanê bi dest bixim”, di şerê azadiyê yê jinê de bi wêrekiyeke bêhempa wek Fermandar Bêrîtan cihê xwe digire. Sekn û pratîka Karataş a li dijî teslîmiyetê, dibe alaya jina kurd.
'Dê kekê min bi min serfiraz be’
Mûstafa Necatî Karataş, bavê Bêrîtanê, diyar dike ku Gulnaz Karataş yeke zaf jîrek bû. Karatş dest nîşan dike ku, bi tu awayî tehamulî teslîmiyetê nedikir û got, xwedî kesayeteke pir lêpirsîner bû. Karataş diyar dike ku, Gulnaz Karatş zaf di bin bandora kekê xwe de bû û wiha got: “Di nameya xwe ya berî biçe de wiha gotibû, ‘ji ber ez tevlî gerîlla bûm, dê kekê min bi min serfiraz be.’”
'Em ê di rêça Berîtanê de bin’
Karataş anî ziman ku, ew xwedî li têkoşîna Bêrîtanê derdikevin û wiha axivî: “Em ji zilm jî, ji êrîşê jî natirsin. Em di rêça Bêrîtanê de ne, dê alaya wê ya berxwedanê nekeve.”
(red)