DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li ber girtîgehên veguherîne îşkencexaneyan çalakî tên lidarxistin

 
25 Cotmeh
09:13 2016

STENBOL (DÎHA) - Însiyatîfa bi Girtiyan re Piştgirî dê di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi şîara, "Em destûre nedin derbeya OHAL'ê li ser girtiyan pêk bê" dê heta 19'ê kanûnê li ber deriyê girtîgehên ku herî zêde îşkence li wan pêk tên, dest bi çalakiyan bikin.

Însiyatîfa bi Girtiyan re Piştgirî di rojên borî de li dijî îşkenceya ku di dema OHAL'ê de li ser girtiyên siyasî zêde bûyîn kampanyaya, "Em destûrê nedin derbeya OHAL'ê li ser girtiyan pêk bê" dabûn destpêkirin. Însiyatîf dê di çarçoveya kampayayê de li ber deriyê zindanan bi malbatên girtiyan re çalakiyan li dar bixe, îşkenceya ku li ser girtiyan pêk tê rapor bike û van raporan radestî meclîsê bike. Her wiha însiyatîf dê li ser tora civakê girtîgehên ku îşkenceyê dikin aşkere bike.

Berdevkê Însiyatîfê Mesût Çekî di çarçoveya kampanyaya ku dê heta 19'ê kanûnê berdewam bike de axivî. Çekî got ku, ew dê bi dirûşmeya, "Îşkence dikuje, piştgirî dide jiyîn" tevbigerin û wiha axivî: "Di zindanan de îşkence zêde bûye. Dema ku girtî tên sewqirin û mişextkirin rastî lêgerîna tazî tên. Her wiha di nava hefteyê de bi ser hucreyan de digirin û di van serdegirtinan de îşkenceya fizîkî li ser girtiyan pêk tînin."

'Îşkence bi awayê tecawîzê berdewam dikin'

Çekî axaftina Serokê Giştî yê Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli ku gotibû, 'Ji ber hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê îşkence li girtiyan tê kirin' bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi taybetî li ser kesên ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê hatin girtin îşkence pir zêde tê kirin. Ev îşkence bi şêwaza tecawîzê berdewam dikin. Em hejmara kesên ku xwe kuştine nizanin. Hevalên me yên di zindanan de dibêjin ku, ew ji ber dengê ji ber hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hatine girtin nikarin razên. Em weke Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re li dijî her cure îşkenceyê ne. Ji ber kîjan dozê hatibe girtin bila hatibe girtin, em li dijî her cure îşkenceya arasteyî girtiya ne."

'Li ber zindanên bi awayekî zêde îşkence pêk tên çalakî’

Çekî da zanîn ku, armancek din a wan ew ku ji bo rakirina KHK'yan têbikoşin û wiha domand: "Bi hatina KHK'yan êdî girtîgehan bûne ku mirov nikare li wan bijî. Girtîgeh veguherîne kampên komkirinê û bûne cihê îşkenceyê. Em jî dê li dijî KHK'yên ku mafê hevdîtinê, mafê hevdîtina bi parêzeran re, mafê nameyan asteng dike têbikoşin û hewl bidin KHK'yan rakin." Çekî derbarê çalakiyên ku dê li dar bixin de jî diyar kir ku, ew dê bi malbatên girtiyan re çalakiyên xwe li dar bixin û axaftina xwe wiha domand: "Em dê bi malbatên girtiyan re biçin ber deriyê zindanan. Em dê bi taybetî li ber zindanên ku zêde îşkence lê tên kirin çalakiyên xwe li dar bixin. Çalakiya me ya yekemîn dê li ber Girtîgeha Sîlîvriyê be. Em dê di 27'ê cotmehê saet di 15.00'an de li ber kampusa girtîgehê çalakiya xwe pêk bînin. Her wiha di 7'ê mijdarê de jî, em ê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bin û li wir jî çalakiya xwe pêk bînin."

'Em ê rapora xwe ji Meclîsê re ragehînin'

Çekî da zanîn ku, ew ê îşkenceyên li girtîgehan pek tên rapor bikin û ji Meclîsê re ragehînin û wiha domand: "Em ê serdana civînên koma parlementeran pêk bînin. Parlementerên CHP'ê hestiyar jî nebin em dixwazin bi Komîsyona Parlementeran ya Mafê Mirovan diparêzin re hevdîtînê pêk bînin. Em ê raporên ku hatî komkirin jî teslîmî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê bikin. Her tim Wezareta Dadê îşkenceya li girtîgehan pêk tê diparêze. Em jî dê wê parastina derew her tim li Meclîsê bînin ziman."

'Girtî di odeyên teng de dimînin'

Çekî got ku hikûmeta AKP'ê niyet nîne ku pisgirêkên li girtîgehan çareser bike û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Di girtigehan de zêde girtî hene. Cih nîne êdî girtî lê binînin. Girtî di odeyên teng de dijîn. Dema ew pisgirêkan ji Wezareta Dadê re radigihînin dibêje ku "hûn xem nekin em ê girtîgehên nû çêbikin." Ev jî dide xuyakirin ku niyeta îktîdarê nîne ku pisgirêkên girtîgehan çareser bike û di rojeva xwe de wan pisgirêkan qebûl nake. Her kes bila bizane ku li Tirkiyeyê ewlehî nîne. Her diçe denga gel xirab dibe. Kesên du wek cemaetê xwe nîşan didan, îro bi navê derbeyê li girtigehan rastî tacîz û tecawîzê tên."

Li ser rûpelên civakî kampanyaya em li dijî îşkencê ne'

Çekî anî ziman ku, wan ji bo girtiyan li ser rûpelên civakî dest bi kampanyayan kirine û wiha axaftina xwe domand: "îşkenceya ku li girtigehan pêk tê li ser rûpelên civakî me ji akademîsyenan, ji hunermendan re ragihand. Ji ber ku hemû televîzyon hatin girtin em ji dixwazin bi rêya rûpelên civakî deng bidin. Her kes dikare li ser rûpelên civakî me bişopîne. Telefonên girtîgehan li ser rûpelên civakî parvebikin bila her kes girtîgehan bigere û li dijî îşkenceyan nerazîbûna xwe nişan bide."

Çekî herî dawî bang li her kesî kir û got: "Divê her kes li dijî îşkenceyan rabe û li kolanan nerazîbûna xwe bi dengê xwe nîşan bide. Ji ber ku mafê hemû girtiyan ji aliyê îktîdarê ve tê binpêkirin."

(no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN