DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nûr Surer: Wek em vana berê zanibin û me fîlmên wan kişandibe

 
25 Cotmeh
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) – Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê û lîstikvan Nûr Surer balê kişand ser rewşa jinên hatine binçavkirin, binpêkirina mafên wan î herî xwezayî ya şîrdayînê û zarokên ku ji neçarî li girtîgehê mezin dibin. Surer dest nîşan kir ku, bi rêbazên tên sepandin zarok tên cezakirin û wiha got: “Wek em vana berê zanibin û me fîlmên wan çêkiribe.”

Piştî îlankirina OHAL’ê li gel dirêjkirina dema di bin çavan de, her roj binpêkirinên mafan zêde dibin û yek ji van binpêkirina mafan jî, di bin çavan de binpêkirina mafê herî xwezayî yên şîrdayîna jina ye. Jivan jinan yek jê Endama Egîtîm-Senê Gulîzar Dogan û Zeynep Bakir in. Ku Gulîzar Akdogan piştî ji aliyê Şaxa TEM’ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê ve hat binçavkirin bi destûr rojê 3 caran pitika xwe yî 57 rojî şîr dida û her wiha Zeynep Bakir ku niha tevî kurê xwe Poyraz Alî yê 2 sal û nîvî li girtîgehê tê ragirtin.

Endama Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û lîstikvan Nûr Surer a ku di sala 1989’an de di fîlmê “Ûçûrtmayi Vûrmasinlar” de ku behsa dîyalogên di navbera Barişê 5 salî û Xwişka Înciyê yên digirtîgehê dike de lîst, têkildarî derûniya zarokên di girtîgehê de mezin dibin de axivî.

Zarok dibêjin qey cîhan ew der e’

Surer a ku çû girtîgehan û lêkolîn kirin got, herî dawî ew çûye Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û li wir ji bo zarokan qadeke veguherandine kreşeke tarûmarbûyî. Surer wiha got: “Kreş avakirine, lê baxçeyê jor hetanî jor bi têlên rêsayî hatiye girtin. Zarok dibêjin qey cîhan hemû ew der e. Tu diçî wê derê, lê tu bi awayekî xemsar derdikevî.” Surer diyar kir ku, îdareya girtîgehê gotiye li qada ku veguherandine kreşê derûnas bi zarokan re eleqedar dibin û carinan wan derdixin derve, lê got, ew bi xwe ji van gotinên îdareyê bawer nake. Surer anî ziman ku, zarokên li wir mezin dibin, wê derê wek mala xwe dibînin.

'Ma ev zarok ne guneh in?’

Surer da zanîn ku, wê xwestiye bi Poyraz û diya wî re jî hevdîtinê pêk bîne, lê ji ber nexweş bûye nikaribûye pêwendiyê deyne û wiha bertek nîşan da: “Li Bakirkoyê nêzî 40 zarokî hene. Ma ev zarok ne guneh in? Kesek tune ku jin zarokê xwe teslîmî wan bikin. Wek fîlm. Jina ku hatiye binçavkirin, ji bo zarokê xwe şîr bide li ber derî arwestiyaye… Ya ew jin bê girtin dê çi bibe, dê ew zarok jî pê re biçe. Zarokekî ku muhtacî şîrê dayika xwe.”

'Bi van rêbazan zarokan tên cezakirin’

Surer anî ziman ku, bi van rêbazan zarok tên cezakirin û wiha got: “Cezayê ku didin hikûmxwaran, nêviyê wî jî li zarokan bar dikin. Wek em vana berê zanibin û me fîlmên wan kişandibe.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN