Nûçegîhanê me yê DÎHA Sayilgan hat girtin
25 Cotmeh
09:15
2016
MÛŞ (DÎHA) - Nûçegîhanê me yê DÎHA'yê yê Mûşê Îdris Sayilgan jî di navde 5 kes hatin girtin.
Li Mûşê polîsan di 17'ê Cotmehê de Nûçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan û rêvebehrên DBP û HDP'ê ji di navde 6 kes binçavkiribûn û biribûn Midûriyeta polîsan a Mûşê. 6 kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyetê jî pişTî li îfadeya wan guhdar kir, Hevseroka DBP'e ya Mûşê Hatice Şeker, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Hevserokê MEYA-DER'ê ya Mûşê Medeni Işık, Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan û Çiçek Tutuş bi heman îdîayê girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Kesê bi navê Maşallah A. jî bi şertê edlî serbest berdan.
(mae)