DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bîrlîk: Şirnex dev ji berxwedanê bernade

 
25 Cotmeh
09:20 2016

AMED (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku êrîşa li hemberî konên Şirnexiyan hewldana bêmirovkirina Kurdistanê ye. Bîrlîk, da zanîn ku berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî êrîş û polîtîkayên dewletê dê bidome û biserkeve.

Li ser êrîşên qirkirinê ya hêzên dewletê ya li hember berxwedana xweser ya Şirnexê, gelê Şirnexê zorî koçberiyê bû û li derdora bajar di konan de bicih bûn. Şirnexiyên ku ev 8 mehin li hember polîtîkayên koçberkirinê di nav berxwedanê de ne, bi êrîşên nû yên dewletê re rû bi rû mane. Li ser fermana Waliyê Şirnexê konbajarên welatiyan ji aliyê polîsan ve hatin xerakirin.

'Li Şirnexê bêhn standin jî hat asta qedexe yê'

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, li ser biryara Waliyê Şirnexê êrîşên li hemberî konên Şirnexiyan nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku di tu şerên cîhanê de êrîş û qedexeyên bi vî awayî pêk ne hatine. Bîrlîk, bi lêv kir ku 67 hezar mirov ji jiyanê tên dûrxistin, li Şirnexê êdî bêhn standin jî hatiye asta qedexe yê û ligel van êrîş û kiryarên dewletê gelê Şirnexê dest ji axa xwe berneda û li berxwe didin.

'Gel sed sale li Şirnexê xwedî derdikeve'

Bîrlîk, daxuyaniya rayedarên dewletê ya "Opersayon bi dawî bû" bibîrxist û wiha got: "Bi domandina qedexeya derketina kolanan gelê Şirnexê tê cezakirin. Gelê Botanê rêxistin kirî ye û berxwedêr e. Ev sed sale ji çanda xwe, zimanê xwe û bingeha xwe bernedaye. Beriya niha jî Şirnex hat dorpêç kirin, bajar hat hilweşandin, mirov hatin qetilkirin lê gel xwedî Şirnexê derket. Serokomar Erdogan tola xwe ji Şirnexê digire."

'Mehmet Tunç bersiv da êrîşên dewletê'

Bîrlîk, da zanîn ku dewlet bi êrîşên li hember konên Şirnexiyan dixwaze Kurdistanê bêmirov bihêle û wiha domand: "Dewlet dixwaze Botanê bi êrîşan vale bike. Ne bes Şirnex, li Cizîr, Hezex û Silopiyê jî xwastin bi heman polîtîka bidin vala kirin lê bi serneketin. Heman polîtîka dê li Şirnexê jî sernekeve. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç bersiva herî xûrt bi berxwedanê, serî netewandinê û çûk nedanînê da êrîşên dewletê. Şirnex jî dê wekî Cizîrê li ser piyan be."

'Kon bûne qada berxwedanê'

Bîrlîk, anî ziman ku kon bûne qada berxwedanê û wiha berdewam kir: "Ligel hemû zordestiyan gel ji konên xwe neterikîn e. Gel dê vegere Şirnexê jî û dê birînên xwe derman bike. Ji ber ku gelê Botanê bi şiyara 'Em ê xwe jî bajarê xwe jî birêvebibin' da pêşiya xwe. Waliyê hat tayîn kirin, tu caran gel guhdar ne kiriye, ji wêrankirinê û diziyê pêştir tiştek nizane. Bajêrê wekî Şirnex wêran kir. Gelê Şirnexê Waliyê ku bi telîmatê tevdigere nas nake. Dive Waliyê Şirnexê îstîfa bike."

'Em deyndarê Botanê ne'

Bîrlîk, herî dawî got ku li hemberî polîtîkayên dewletê gel dê serbikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê Şirnexê dê berxwedanê bidomîne. Ew jî baş dizanin ku gel tu caran dest ji berxwedanê bernade. Ji ber vê yekê divê hemû beşên civakê ji bo rakirina qedexeya derketina kolanan û avakirina jiyanê baldar be û berpirsyariya xwe bicîh bîne. Gelê Botanê her tim hêz daye gelên Tirkiyê. Ji ber vê yekê em hemû deyndarê Botanê ne."

(ayg-ozp/bg)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN