DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Şaredarî bûye girtîgeh’

 
25 Cotmeh
09:33 2016

RIHA (DÎHA) – Welatiyên Pirsûsê nerazîbûn nîşanî qeyumê dan û diyar kir ku ji ber ku ew xwedî li gelê Kobanî derketin qeyûm tayînî aredariyê kirin. Welatiyan anî ziman ku dema ew diçin şaredariyê di lêgerîn û kontrola nasnameyê re derbaz dibin û gotin: "Dema DBP'ê şaredarî wek mala me bû, niha bûye wek girtîgehê."

Piştî di 11’ê îlonê de bi biryarên KHK'ê qeyûm tayînkirinî Şaredariya Pirsûsê kirin, şaredarî ji aliyê hêzên dewletê ve hat dorpêçkirin. Dîsa bi dorpêçên polîs, branda û blokên betonê gel ji şaredariyê hat dûrxistin. Gelê Pirsûsê bertek nîşanî qeyumê da.

‘Bila qeyumê bavêje malbatan jî’

Welatiyê bi navê Îlyas Şahîn diyar kir ku destpêkê îradeya wan ew rêvedibirin û wiha got: “Lê niha dest danîne ser îradeya me. Dema em diçin şaredariyê me lêgerîn dikin, nasnameyên me kontrol dikin. Em nikarin bi berpirsyaran re hevdîtinê pêkbînin.” Şahîn da zanîn ku 3 mehe ew dixwaze karê tapuya xwe çêkin, lê hertim rastî pirsgirêkan tê. Şahîn anî ziman ku piştî desthilatdariya AKP'ê nikarin biçin şaredariye û got: “Gel em hilbijartine, nabe kesên nehatîn hilbijartin fermanê bidin me” lê îro AKP îradeya gel naznake û wiha axivî: “Niha jî li gor xwe zagonan derdixe. Eger wisane bila kayumê bavêje hemû şaredariyan. Bila kayumê bavêje keya yan û herî dawî jî kayumê bavêje malbatan.”

‘Ji ber em li gelê Kobanê xwedî derketin, qeyûm tayin kirin'

Welatiyê bi navê Osman Solmaz jî da zanîn ku navbera wan û kayumê nebaşe û wiha got: “Em destpêkê bi rihetî diçûn şaredariyê ji ber ku me ew hilbijartibûn û wir wek mala me bû. Niha jî şaredarî wek girtîgehê bûye. Ji xwe ew pir ji girtîgehan hezdikin, tenê şaredarî mabû ew jî kirin girtîgeh. Heta niha me kayum nedîtiye.”Solmaz got ku şaredariya wan di pêvajoya Kobanî de pir alîkarî da gelê Kobanî û ew li Pirsûsê bicih kirin. Solmaz destnîşan kir ku ji ber ew xwedî li gelê xwe derketin kayum avêtin şaredariyê û wiha pêde çû: “Lê Kobanê neket, dê rojekî Solmaz diyar kir ku şaredarî li navenda bajêre û gotinên xwe wiha bi dawî anî: “Hemû navçe kirîn û firotin û karê xwe li navendê dikin. Lê niha polîsan her der girtiye. Kesê di ber şaredariyê re derbaz dibin tên rawestandin. Kesê cange li milan be tê rawestadin. Gel bêzar dibe.”

‘Gel ji ber qeyumê ne arame’

Welatiyê bi navê Mehmet Yuce da zanîn ku piştî qeyumê gel ji bo pêşeroja xwe ne aramin û wiha axivî: “Gel dibêje ‘eger îro dest dan ser îradeya me dê sibe çi bikin?’” Yuce da zanîn ji xwe kayum tu kar nake, destpêkê jî rê û av girêdayî şaredariya mezin ya Riha yê bû û gotinên xwe wiha bi dawî anî: “Ev 30 mehe rê û avê çênakin. Lê dema kayum hat ji bo bêjin kayum kar dike, Şaredariya Bajarê Mezin a Riha yê du makîne şandine û ji şeklî kar daye destpêkirin.”

(bî-ado/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN