DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Tecrîda li ser girtiyan ji Îmraliyê dest pê dike’

 
25 Cotmeh
09:34 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Prz. Bahar Oktay zêdebûna îşkence, sirgûn û binpêkirina mafên girtiyan nirxand û got îkenceya li ser girtiyan bi tecrîda giran a li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan destpê dike.

Bi giranbûna şerê li ser Kurdistanê re li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê îşkence, sirgûn, qedexe û cezayên dij mirovane binpêkirina mafên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Prz Bahar Oktay êrîşên li ser girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan ji DÎHA’yê re nirxand. Oktay anî ziman ku ji sala 1980’î vir ve girtîgeh her tim pêşengiya pêvajoyê kiriye û qada zindanê her tim buye qada berxwedanê û wiha axivî: “Pêvajoyên şer de ji ber çanda berxwedanê dewlet jî berêxwedaye girtîgehan. Girtîgeh qada birdoziyê ye. Girtiyên siyasî ji ber ramanên xwe hatine girtin û dewletê ramanê wan wek gef ji xwe re dît. Ji ber vê yekê her tim girtî li berxwe didin. Wê demê jî binpêkirinên mafan li derveyî rûmeta mirvan pêk tê.”

‘Binpêkirina mafan ji Îmraliyê destpê dike’

Oktay destnîşan kir ku binpêkirinên herî giran li Gireva Îmraliyê tê jiyîn û tecrîda giran rûyê xwe li Îmraliyê nîşan dide û wiha domand: “Ev 17 sale tecrîd Îmraliyê didome. Ev bandora xwe li pêvajoya siyasî û girtîgehên din jî dike. Çawa ku tecrîd li Îmraliyê her tim giran dibe, li girtîgehan jî binpêkirina mafan giran dibe.”

'25 girtiyên nexweş dive bên tehliye kirin’

Oktay da zanîn ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê 400 jê jin 8 hezar 500 girtiyên siyasî hene û wiha pê de çû: “Ji hezarê pêhtir girtî cezayê bêdawî xwarine. 101 girtî cezaya bêdawi ya giran kirî xwariye. 101 girtiyên nexweş jî girtigehan de ne. Ji wan 25 girtî dive demildest serbest bên berdan. Di vê pêvajoyê de binpêkirina mafan ya herî berçav li ser girtiyên nexweş pêk tê. Bi pê ve girêdeyî sirgunên li ser girtiyan e. Ji Hezîranê ve 900 kesî bêtir girtî hatin sirgûnkirin.”

‘Rewş her ku diçe xerabtir dibe’

Oktay anî ziman ku ew ji bo çareserkirina pirsgirika girtîyen nexweş û ji bo dermankirina wan di nava hewldanê de ne û got ku tenê girtiyên bi navê Ergîn Aktaş û Sîbel Çapraz tenê ji van nexweşan ên li ber çav in. Oktay ev tişt got: “Ji bo ku gelek girtî nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin jî raporên wan hene, lê dîsa jî nayên berdan. Ji bo ku ev girtî bên berdan me serî li Dadgeha Makezagonê dane lê serlêdanên me tên redkirin. Girtiyên nexweş di nava girtîgehê de tên girtîgehkirin. Pirsgirêka tenduristiyê ya girtiyan her diçe kûr dibe. Divê rewşa tenduristiyê girtiyan li berçavan bê girtin. Lê her ku diçe rewş xirab dibe.”

‘8 meh e têkilî bi girtiyên Şirnexê re nîne’

Oktay bal kişand ser rewşa li girtîgeha Şirnexê û ev tişt got: “Ev 8 mehe bi êrîş û dorpêça hêzên dewletê re tekilî bi girtiyên li Şirnexê re tune ye. Kiryarên dorpêça li bajêr bandora herî mezin li girtîgehê dike. Ji ber vê yekê girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji bo rawestandina kiryaran û binpêkirina mafên xwe girtî biryara çalakiyên bi vî awayî distîne. Dema ku bertek neyê nîşan dan, hemû mafên wan tên rakirin.”

(ayg-ozp/bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN