Di otoparka Odeya Bazirganiyê ya Antalya de teqîn pêk hat
25 Cotmeh
09:49
2016
ANTALYA (DÎHA) - Li otoparka Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antalyayê teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek ambulans çûn cihê bûyerê.
Serê sibê li otoparka Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antalyayê teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek ambulans çûn herêmê. Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Menderes Turel, diyar kir ku talûkeya jiyanê tune ye. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Antalya Davut Çetin jî anî ziman ku kuştî tune ye. Şahidekî bûyerê jê beşdarî CNN Turkê bû û diyar kir ku rewşek pir xerab dît. Ji nişka ve teqin pêk hat û hemû cam şikestin. Her kesî di nava xwînê de xwe avêt derve. Îro piştî nîvro li Şaredariya Bajarê Mezin civîna meclîsê hebû.
(mae)