Aboriya komunal bi çavkaniya xweser pêş dikeve
AMED (DÎHA) - Li Amedê rewşa aboriya civakî û komûn bi modela alternatîf a demokratîk dê bê li pêş xistin û wê li heremê çavkaniya xweser a aboriyê bê li pêşxistin.
Lijneya Hêzkirina Aboriya Heremî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2014'an de projeyên bi armanca pêşxistina aboriya heremî derbasê jiyanê dike. Di çarçevoya projeyê de di 16'ê cotmehê de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Amedê ji bo aboriya heremî konferansa aboriyê dabû li darxistin. Di encamnameya konferansê de bi gotina “Aboriya komunal a demokratîk” modelek alternatîf a nû hat avakirin. Têkildarî armanc û encamnameyê Serokê Lijneya Hêzkirina Aboriya Heremî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Necatî Pîrînççîoglu axivî û nirxandin kir.
'Hêviya ji dewletê xeyale'
Pîrînççîoglu li ser pêwîstiya aboriya civakî sekinî û got ku bi polîtîkayên dewletê ya heyî valahiya di navbera hejar û dewlemendan de her diçe mezin dibe. Pîrînççîoglu diyar kir ku bi aboriya civakî dikarin valuhiyê tijî bikin û wiha axivî: "Hilberîna erdnigariya Kurdistanê dewlemende. Lê hêviya li bendamayîna dewletê ku li bajarên Kurdistanê hin tiştan bike xeyalî ne. Em ê qadên hilberînê yên nû ava bikin. Armanc me ew e ku bêkariya li Kurdistanê bi dawî bibe û û karkeriya demsalî xelas bibe. Dive çavkaniyên xweser ên aboriyê bên hêzkirin û mirovên ku ji avakirinê dûr ketiye ji nû ve beşdarî kar û xebatan kirine."
'Dewlet dixwaze tovên heremî winda bike'
Pîrînççîoglu anî ziman ku dewlet bi tovên xirab dixwaze ji firotina tovên heremî re bibe asteng û wiha berdewam kir: "Dewlet bi van polîtîkayan ji hilberîna heremê re jî astengiya derbixe. Dixwaze tovên heremî winda bike û tovan ji welatên biyanî bîne. Naxwaze ku gel bi qeweta mil û çavkaniyên li ser axa xwe li pêş bikeve.”
'Navenda tovên heremî tê avakirin'
Pîrînççîoglu bi lêv kir ku ew dê bi diruşmeya "Dixwazim cihê lê ji dayik bume têr bibim" aboriya heremî li pêş bikeve û wiha pê de çû: "Li Qerejdaxê ji bo hilberîna birincê qad hatin avakirin û niha ji hilberînê re amade ye. Komûn hatin avakirin û xebatên koperatîfî jî tên meşandin. Navenda bajêr bîstan hatin avakirin. Ya herî giring jî dê di sala 2017'an de navenda kom kirina tovên heremî were avakirin."
‘Rêbaz rêxistinkirinê komun û koperatîfbûyîn e’
Pîrînççîoglu destnîşan kir ku rêbaza rêxistinkirina heremê di komun û koperatîfê de derbas dibe û wiha domand: "Di çarçevoya xebatan de ji bo avakirina komûn û koperatîfan gelek gav hatin avêtin. Lê dewlet dixwaze çanda koçeriyê bi qedexeyên zozanan û gelek hincetên cuda aboriya piştevaniyê bide windakirin. Lê xebatên me jî li hemberî van polîtîkayan e. Dive ji nû ve rihê çanda koçeriyê bê zindîkirin."
(dy-ozp/bg)