Îdîaya li Bedlîsê 4 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan
BEDLÎS (DÎHA) - Li gundên Olek û Oleka Jor yên Bedlîsê hat îdîakirin ku piştî topbarana leşkeran 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Di 22'ê Cotmehê de li gundên Olek û Oleka Jor operasyon hatibû li darxistin û "Qedexeya Derketina Kolanan" hatibû îlankirin û herêm hatibû bombekirin. Di encama operasyonê de hat îdîakirin ku 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku qedexeya derketina kolanan a li Gundê Olek û Oleka Jor ku duh hatibû destpêkirin didome.
(mae)