Belavkarê rojnamê ev 8 mehin di girtîgehê de li benda îdanameyê ye
MANÎSA (DÎHA) - Belavkarê rojanameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Semîh Elîtaş ê girtin ev 8 meh li bendê ye ku derbarê wî de îdaname bê amadekirin. Bavê Elîtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê 3 caran rastî îşkenceyê hat, Ramazan Elîtaş diyar kir ku berê Guatemala hebû niha li jî girtîgehê li Tirkiyeyê hene.
Belavkarê rojanameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Semîh Elîtaş ê girtin ev 8 meh li bendê ye ku derbarê wî de îdaname bê amadekirin. Elîtaş, di 9'ê Adarê de dema diçe rojnameyên ji kargoyê hatine şandin bigire hat binçavkirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê yê Manîsayê ve bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girin. Dadgehê da zanîn ku Elîtaş bi firotina rojnameyan alîkariyê dide rêxistinê û lîsteyan aboneyan a li ser Elîtaş hat giritn jî di fezlekeya polîsan de wekî "tabloya têkilya rêxistinê" derbas bû. Ligel hemû îtîrazên parêzeran, biryara veşartî ya li ser dosyaya Elîtaş ne hat rakirin. Elîtaş li girtîgehê 3 caran rastî îşkenceya gardiyanan hat.
Bavê Elîtaş, Ramazan Elîtaş diyar kir ku ew dixwazin di demek kin de dosyaya kurê wî bê amade kirin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Elîtaş, anî ziman ku rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat rojnameyên rojane yên bi demin û wiha got: "Sûcdariya bi firotina rojnemeyan alîkariyê dide rêxistinê nayê qebûlkirin. Divê dozger dest ji helwesta xwe ya keyfî berde û îdanemeyê amade bike. Kurê min li girtîgehê rastî îşkenceyê tê. Piştî midûrê nû hat dayîn kirin îşkence zêdetir bûye. Me bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk anî û hêjî îşkence berdewam dike. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Berê Guatemala hebû niha li jî girtîgehê li Tirkiyeyê hene."
Bav Elîtaş bang li parlamenteran kir û wiha axivî: "Nêrîna kesekî çi dibe bila bibe divê îşkenceya li ser wî neyê qebûlkirin. Dem dizivire çax dizivire dê sira were we jî ew jî dê bikevin hundir. Dibe ku îşkenceyê li wan jî bikin. Midûryeta girtîgehê dest daniye ser nameyên girtiyan ên ku ji rojnameger û parêzerên mafê mirovan xwestin bişînin."
(mb)