HRW: KHK'ê rêya îkenceyê vekir
STENBOL (DÎHA) - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), der barê mafên mirovan a li Tirkiye rapor amade kir. HRW'ê di raporê de diyar kir ku bi KHK'an re rê li pêş îşkenceyê hat vekirin û tundiya hêzên dewletê ya di bin çavan de zêde bû.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), têkildarî pêvajoya darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê û her wiha pêkanînên KHK'ê rapor amade kir. HRW'ê anî ziman ku ev îşkence û tundî zêde bûye. HRW'ê di rapora 43 rûpelan de diyar kir ku bi KHK’ê re îşkence zêde bûye û kesên tên binçavkirin bê xew tên hiştin û rastî îşkenceya lêdan û hewldana tecawizê tên. Heyeta HRW'ê bi zêdeyî 40 parêzer, parazvanên mafên mirovan, personelên tend8uristiyê û kesên serbest hatin berdan re hevdîtin kir û li ser nerînên wan rapor amade kir. HRW'ê di raporê de navê kesan veşart û anî ziman ku bi biryarên KHK'ê re mafên ku pêwiste bên parastin nayên parastin. Dîsa da zanîn ku ji ber rayedarên Tirkiye heyeta NY'ê ya şopandina îşkenceyê asteng kiriye şik û fikarên wan ên der barê îşkenceya li Tirkiye de pir zêde bûne.
Williamson: Divê tedbîr bên girtin
Direktorê Asya Navîn û Ewropa yê HRW'ê Hugh Williamson, diyar kir ku tedbîrên li dijî îşkenceyê rakirin û bêtir erk û rola polîs û leşkeran a ji bo îşkenceyê zêde kiriye û wiha got: "Ji bo rê li pêş îşkenceye vekin KHK'ê derî li pêş îşkenceyê vekir. Kesên ku ji bin çavan hatin berdan diyar kirin ku îşkence zêde bûye. Divê rayedar bi lezgîn dest ji van pêkanînan berdin. Divê midûriyet jî der barê van pêkaninan de lêpirsin bide destpêkirin.
Di darbeya 15'ê Tîrmehê de herî kêm 241 polîs û memûr hatin kuştin. Nêzî 2 hezar kes birîndar bûn. Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatine.
"* Hiqûqa Navneteweyî teqez îşkenceyê qedexe dike. Lê KHK'ê hemû tedbîrên li dijî îşkence û pêkanînên xerab ji holê rakirine û rê li pêş îşkenceyê vekiriye.
* KHK bêyî biryara dadgehê rojên binçavkirinê ji 4 rojan derdixe 30 rojan. Heta 5 rojan destûr nadin ku parêzer bi kesên di bin çavan de hevdîtin bikin.
* Polîs û leşker hêza xwe ji KHK'ê digirin û tundiyê zêde dikin. Mafên mirovan binpê dikin.
* Kesekî hat binçavkirin got "Komîserê ez bin çavkirim li ruyê min da. Piştre li zikê min û jêr da. Got ezête bi qesînim. Piştre hemû bedema min darp kir û birîn kir."
* Kesên di bin çavan de nikarin rapora tenduristiyê bistînin. Bijîşk di bin çavdêriya polîs û leşkeran de raporê dinivîsin û rezen nanivîsin.
* Binpêkirinên di bin çavan de tên veşartin.
* Serokomar û rayedarên Tirkiye diyar kirin ku îşkence bi temamî ji holê rabûye. Lê tiştên li ber çavan ne wisa ye.
Îşkence zêdetir bûye.
* Parêzerê bûye şahidê îşkenceyê jî diyar kir ku li Tirkiye îşkence bûye wekî nexweşiyekê û belav dibe.
(mae)