DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiya nexweş Çapraz nehat berdan

 
25 Cotmeh
12:48 2016

COLEMÊRG (DÎHA) -2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sibel Çapraz hat dîtin. Dadgehê Çapraz berneda û rûniştin taloqî 29'ê Mijdarê kir.

2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sîbel Çapraz a li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di gulebarana maşîneyê zirxî de birîndar bûbû û piştre hatibû girtin, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Çapraz a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ye û bi îdîaya "endama rêxistinê ye" û "gel tehrîkê dijmintiyê dike" bi pergala SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Ligel parêzerên Çapraz xizmên wê jî beşdarî rûniştinê bûn.

Şahid: Di çalekê de îfadeya me girtin

Çapraz di serî de axivî û got ku her kes dizane ew bi kijan karî re mijûl dibe û ji ber vê yekê jî sûcên diavêjin se wê qebûl nekir. Şahidêbi navê A.B. ê derbarê Çapraz de îfade dabû jî bi pergala SEBÎS'ê beşdarî rûniştînê bû û diyar kir ku polîsan bi darê zorê îfadeya wî girtine. A.B. destnîşan kir ku polîsan li taxa Cumhuriyetê piştî ew avêtine çalekê xwelî di ser wî de kirine û bi vî rengî îfade ji wî girtine.

Herî dawîn parêzerên di rûniştinê de axivîn jî bal kişandin ser tenduristiya Çapraz û tehliye xwestin.

Şandeya dadgehê piştî navberê biryar da û li ser daxwazkirina rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) Çapraz tehliye nekir û rûniştin taloqî 29'ê Mijdara 2016'an kir.

(gka-svd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN