DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkerên tirk ciwanek li ser sînor kuşt

 
25 Cotmeh
13:08 2016

AMÛDÊ (DÎHA) – Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur ciwanê 18 salî Elî Temê gule baran kir û qetil kir.

Leşkerên tirk şevê din li ser sînor ciwanê 18 salî Elî Temî yê ji bajarê Amûdê gulebaran kir û qetil kir. Elî Temê dema hewl da sînor derbas bike û derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, leşkeran li ser sînor Elî Temê gule baran kirin. Di encamê de, Elî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Elî li ser sînor jiyana xwe ji dest da, malbata wî ji ber gulebarana artêşa Tirk nikarîbûn nêzî wî bibin. Şervanên YPG’ê yên li nêzî herêmên bûn, çûn cihê bûyerê û cenazeyê Elî ji erdê rakirin û radestî malbatên kirin. Dê cenazeyê Elî Temê li goristana bajarê Amûdê ji aliyê malbat û welatiyên Amûdê ve bê definkirin.

Artêşa Tirk kesên ku nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dibin, gulebaran dikin. Dewleta Tirk welatiyên sivîl li ser sînor gulebaran dike, di heman demê de sînorê xwe yê herêma Şehbayê ji çeteyan re vekiriye û bi hemû hêza xwe alîkariya komên çete dike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN