DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkeran gefa xirakirina konan li gel kir!

 
25 Cotmeh
13:15 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê yên ku konên Şirnexiyan yên li Konûtên TOKI'yan rakirin îro jî gefa rakirina konên li derdora gundê Avgamasya li gel xwarin. Leşkerên ku hatîn cem konan ji gel re got, "Heya saet 17.00'an hûn konên xwe ranekin em dê werin rakin."


Gelê Şirnexê yê ku li hember êrîşên dewletê li derdora bajêr kon vedan û li hember van êrîşan ev 8 meh in li ber xwe didin niha jî bi êrîşên hêzên dewletê yên xirabkirina konan re rû bi bû ne. Piştî ku duh nêzî 200 konên li derdora Konûtên TOKI'yan ji aliyê polîs û maşîneyên zirxî ve hatin rakirin îro jî leşkeran bi ser konên li derdora gundê Avgamasya de girtin û ji gel xwestin konên xwe rakin.

Leşkerên ku gefa, "Hûn konên xwe ranekin em wê werin hilweşînin" li gel xwarin heya saet 17.00'an dem da gel.

Piştî van gefên leşkeran gel jî bertek nîşan da û wiha gotin: "We malên me xira kirin û niha jî hûn konên me xira dikin em ê niha bi ku ve biçin."

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN