DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîtîkayên sirgûnê li Girtîgeha Şirnex didome

 
25 Cotmeh
14:03 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 9 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên Gîresûn û Rîzeyê hatin kirin.

Piştî ku girtiyên siyasî yên zindana Şirnex ji bo qedexeya li ser Şirnex rabe dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin rêveberiya girtîgehê jî polîtîqaya mişextkirinê da destpêkirin. Piştî ku girtiyên siyasî di 10'ê cotmehê de dest bi gireva dorveger û bê dem kir hefteya borî 11 girtî hatibûn mişextkirin. Li ser hemû polîtîqayên tefisandinê çalakiya girtiyan çalakî ket roja 16'an de û duh jî 9 girtiyên siyasî mişextî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere û Girtîgeha Tîpa E ya Giresûnê kirin.

Girtiyên bi navê Abdurrahman Tanriverdî, Îzzet Zeyrek, Îsmaîl Gungen, Cahît Akil û Serhat Arsû mişextî Gîresûn û girtiyên bi navê Çetîn Kabûl, Yûsûf Şahîn, Sebahattîn Zeyrek û Şevket Kabûl mişextî Rîzeyê hatin kirin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN