DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doza rojnamegeran hat taloqkirin

 
25 Cotmeh
14:32 2016

STENBOL (DÎHA) - Rûniştina doza Rojnameger Ertugrul Mavîoglu û Serokê DÎSK Basin Îşê Faruk Eren û Midûrê Karê Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.

Rojnameger Ertugrul Mavioglu û Serokê DÎSK-Basin Îş'ê Faruk Eren û midûrê karên nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê înan Kizilkaya, ji ber "Nobeta Gerînendeya Weşana Geştî" doz li wan hatibû vekirin hatin darizandin. Rûniştina doza rojnamegeran li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC) beşdarî dozê bûn. Rûniştina dozê taloqî 24'ê Çileya 2017'an kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN