DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em ê bi xwe konên xwe rakin'

25 Cotmeh
14:55 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Şirnexê yê ku li derdora gundê Avgamasya kon vedan ji bo ku destûrê nedin leşker konên wan hilweşîne xwe bi xwe konên xwe rakirin.

Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya 14'ê adarê hatî îlankirin gel li derdora bajêr kon vedan û 8 meh in li hember êrîşên hêzên dewletê li ber xwe didin. Dewleta ku xwe li ber berxwedana gel nagire niha jî destûrê nade ku gel di konan de jiyana xwe berdewam bike. Piştî konên li derdora Konûtên TOKI'yan duh hatin rakirin, leşkeran îro derdora gundê Avgamasya girt û xwest Şirnexiyên li vir konên xwe rakin. Şirnexiyên ku nexwestin konên wan bi destê hêzên dewletê werin hilweşandin xwe bi xwe konên xwe rakirin. Şirnexiyên ku konên xwe rakirîn diyar kirin ku ew dê konên xwe bi destê xwe rakin û piştre jî berê xwe bidin Şirnexê. Gelê ku ev 8 meh in axa xwe bernade da zanîn ku dewlet çi bike bila bike ew dev ji axa xwe bernadin.

(kom/mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN