DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji rojnameya Evrenselê re beraet

 
25 Cotmeh
15:05 2016

STENBOL (DÎHA) - Gerînendeyê Giştî yê Rojanameya Evrenselê Fatîh Polan û Midûrê Karên Nivîsan Vural Nasuhbeyoglu yên ku bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "sûc û sûcdar parastine" derbarê wan de doz hatibûn vekirin di rûniştina destpêkê ya dozê de beraet kirin.

Rûniştina doza Gerînendeyê Giştî yê Rojanameya Evrenselê Fatîh Polan û Midûrê Karên Nivîsan Vural Nasuhbeyoglu yên ku bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "sûc û sûcdar parastine" tên darizandin li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di doza ku Polat û Nasuhbeyoglu amade bûn de Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Serokê DÎSK Basin Îş yê giştî Faruk Eren, Berdevkê Weqfa Aşiyê Hakan Tahmaz, Endamê Lijneya Weşanê ya Rojnameya Bîrgunê Berkant Gultekîn û gelek rojnamegerên din doz şopandin.

Parlamenterê CHP'ê Bariş Yarkadaş jî ji bo piştgiriyê bide rojnamegeran li edliyê bû.

Destpêkê Vural Nasuhbeyoglu, parastina xwe kir û wiha got: "Bûyera ku bûye mijara nûçeyê di nava raya giştî de gelek caran hatiye nîqaşkirin û rastî bertekan hatiye. Di nûçeyê de pesnên tu rêxistinên terorê ne hatiye kirin. ev nûçe ji bo agahdarkirina raya giştî hatiye çêkirin. Nûçe tenê di malpera înternetê ya rojnameyê de hatiye weşandin û piştî hat zanîn ne raste ji malperê hat rakirin. Ger wekî tê îdîakirin di nûçeyê de qestek me hebûya me dê nûçe paşde ne kişandiba."

Gerînendeyê Giştî Fatîh Polan jî da zanîn ku wan di çarçoveya xebatên çapemeniyê de nûçe belavkiriye û rojnamegerî ne sûce. Polat sûcdarî redkirin û beraeta xwe xwest.

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û diyar kir ku ji ber tu delîl derbarê sûcdariyê de tunene wan biryara beraeta Polat û Nasuhbeyoglu dane.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN