Nûçegîhanên me Oncel û Îrlan hatin berdan
25 Cotmeh
15:09
2016
RIHA (DÎHA) - Nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Arjîn Dîlek Oncel û Bêrîtan Îrlan dema li navçeya Pirsûsêya Rihayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Arjîn Dîlek Oncel û Bêrîtan Îrlan dema li Pirsûsê ya Rihayê nûçe dişopand hatibûn binçavkirin. Oncel û Îrlan, piştî hatin binçavkirin birin qereqola polîsan û piştre serbest hatin berdan.
Piştî nûçegihanên me birin qereqola polîsan wênekêş, kamera û hemû amûrên elektronîk ên ligel nûcegihanan di lêgerînê re derbas kin û pirsa "Çima bi taybet piştî qeyûm tayînî vir hat kirin hûn nûçeyan çêdikin?" pirsÎn.
Nûçegihanên me piştî lêpirsîna li vir serbest hatin berdan.
(mb)