DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tenduristiya jinê dê tenduristiya zayenda civakê pêş bixe

25 Cotmeh
15:18 2016

AMED (DÎHA) - Serokatiya Daîreya polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajare Mezin a Amedê, di çarçoveya "Projeya Wekheviya zayenda civakî û Tenduristiya Jinê" komxebat pêk anî. Di komxebatê de biryar hat girtin ku ji bo zayenda civakî bigêje tenduristiyê divê jin bigêje mafê tenduristiyê.

Serokatiya Daîreya polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajare Mezin a Amedê di çarçoveya "Projeya Wekheviya zayenda civakî û Tenduristiya Jinê" de li Otela Diesê komxebat pêk anî. Di komxebatê de saziyên jinan, nûnerên saziyên jin û jinên Serokatiya Daîreya polîtikayên jinên amade bûn. Serokê Daîreya Polîtikayên Jinan a Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer, diyar kir ku armanca sereke ya vê projeyê jinan ji mafên wan haydar bikin û jin karibin li mafên xwe yên tenduristiyê bigerin. Acer, anî ziman ku bi taybetî di demên dawî de ji ber şer jin ji her kesî bêtir dikeve bin destûra şer û wiha got: Ji ber şer koçberî pêk tê. Şer û koçberî bandorek mezin li jinan dike û jin bêtir zahmetiyê dijîn. Jin hem di aliyê bedenê de û hem jî di aliyê ruhî de zahmetiyên mezin dijîn. Ji ber ku jin rastî cudahiyê tên divê jin ji her demê bêtir ji bo mafê xwe yê tenduristiyê têbikoşin. Bi taybetî divê têkoşîna bi cudahiyê re mezintir bibe. êdî bêtir pêdivî bi wekheviya zayenda civakê heye. Divê zixmeta ji bo mêr û jinê wek hev be. Jinên li bejayê dijîn, li gorî jinên li bajar dijîn bêtir dûrî mafê tenduristiyê ne. Divê em êdî giraniyê bidin xebatên gund û taxan jî. Divê em xwe bigînin hemû jinên bejayî. Armanca vê pojeyê ewe ku jin û mêr xwedî heman maf bin u wekî hev ji mafê tenduristiyêbigirin. Ji bo zayenda civakî bigêje tenduristiyê divê jin bigêje mafê tenduristiyê.

Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN