4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê
25 Cotmeh
15:41
2016
BEDLÎS (DÎHA) - 4 cenazeyên tê îdîakirin ku endamên HPG'ê ne anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê
Di 22'ê Cotmehê de li gundên Olek û Oleka Jor operasyon hatibû li darxistin û "Qedexeya Derketina Kolanan" hatibû îlankirin û herêm hatibû bombekirin. Di encama operasyonê de hat îdîakirin ku 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku cenazeyên 4 kesên aydî endamên HPG'ê ne anîn Nexweşxaneya dewletê ya Bedlisê. Di navbera rêveberen Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û polîsên ku derdorê nexweşxaneyê dorpêç kiribûn de rageşî derket. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.
(mae)