DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyet li gel astengiyan jî dîsa gihişt malbatên Avgamasya

 
25 Cotmeh
16:02 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li gel hemû astengiyên leşkeran xwe gîhandin malbatên li gundê Avgamasya ku di konan de dijîn.

Heyeta KCD û DBP'ê ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî heye çûn Şirnexê. Li bajarê Şirnexê di 14'ê Adarê de "Qedexeya Derketina Kolanan" hat îlankirin û 9 mehin welatî nikarin biçin tax û kolankên xwe. Welatiyên ku dewletê di rîşan de bi tang, top û kepçeyan xaniyên wan xera kir û bi zora şer ew ji Şirnexê koç kirin, ji ber qedexeya li tax û bajar berdewam dike nikarin vegerin warê xwe. Welatiyên ku warê xwe terk nakin li der û dorên Şirnexê di konan de bi cih bûn. Duh polîs çûn gundên Avgamasya ku nêzî 200 malbat di konan de bicih bûne û êrîşî welatiyan kir. Polîsan duh ji welatiyan xwest konê xwe rakin û îro dîsa êrîşî welatiyan kiribûn. Welatiyan îro jî li dijî êrîşên polîsan di ber xwe dan. Piştî êrîşa polîsan heyeta KCD, DBP, HDK û HDP'ê çûn Avgamasya. Heyet li gel hemû astengiyên polîs û leşkeran xwe gîhandin gund. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîlên HDP'ê Besime Konca û Ali Atalan jî di navde gelek rêveber çûn Dêrgulê û ji wir ji derbasî Avgamasya bûn. Heyetê ewil li Bajaroka Dêrgulê li welatiyan guhdar kir û piştre derbasî Avgamasya bûn. Heyet li Qereqola Cendirmeyan a Îkizce demekê hatin rawestandin û piştî demek dirêj hatin rawestandin di gundê Mendîkêra re derbasî Avgamasya bûn. Heyeta ku dîsa rastî konrola leşkeran hat, li gel hemu astengiyan bi meş xwe gîhand gundê Avgamasya.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN