DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doktor berpirsiyariya otopsiya Sarak negirt ser xwe

 
25 Cotmeh
16:11 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Doktorê nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê piştî fêr bû ku zarokê 5 salî Hakan Sarak ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, berpirsiyariya otopsiyê negirt ser xwe. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sarak sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê kir.

Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê duh êvarî dema wesayîta zirxî ya polîsan dewriye digeriya zarokê 5 salî Hakan Sarak qetil kir. Zarokê 5 salî Sarakê bi giranî birîndar bû rakirîn nexweşxaneyê di rêya Êlihê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sarak ji duh ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dihat rawestandin îro serê sibê ji bo otopsiyê ji Hezexê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê doktorê ku fêr bû Sarak ji aliyê polîsan ve bi maşîna zirxî hatiye kuştin, berpirsiyariya otopsiyê neda ser xwe. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sarak sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê kir. Doktor diyar kir ku ew nikare berpirsiyariyê bide ser milê xwe û cenaze şand Amedê.

Li bendê ye ku piştî otopsiyê Cenazeyê Sarak li Cizîrê bê definkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN