Têl rabûn talankirina dewletê bêtir xuya bû
MÊRDÎN (DÎHA) - Li Nisêbînê piştî duh li taxa Kanîka hin têl hatin rakirina hilweşandin û wêrankirin ku hêzên dewletê pêk anîye, bêtir xuya bû. Welatiyên Nisêbînê bertek nîşanî dirêjkirna qedexeyê dan û xwestin hemû têl û qedexe bên rakirin.
Li navçeya Nisebîna Mêrdînê qedexeya li ser taxan berdewam dike. Nêzî 5 mehin şer bi dawî bûye lê hêj qedexe û dorpêça li ser taxên Kanîka, Elîka, Şehît Gelhat û Koçera berdewam dike. Duh hin têlên kolana aliyê sûkê ya taxa Kanîka hatin rakirin. Lê qedexeya li ser taxê ranebû. Malbatê ku xwestin bikevin taxê, rastî astengiya polîsan hatin. Bi rakirina têlan hilweşandin, wêrankirin û talankirin bêtir derket holê. Hin welatiyan dest bi tamîra dikanên xwe kirin, hin ji wan çav li talanê ketin xemgîn bûn. Welatiyan xwestin bi lezgîn qedexe û dorpêç rabe û li warê xwe vegerin da ku karibin cih û warê xwe dîsa ava bikin. Li taxên qedexe lê berdewam dike hilweşandin hêj didome. Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mêzin a Mêrdînê jî piştî vekşandina têlan dest bi paqijiyê kirin.
(kom/no/mae)