Walîtiya Şirnexê derewan dike!
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya ku gotibû "Me gelê ji konan derketî li cihên pêkan bi cih kirine" da û wiha got: "Daxuyaniya ku walîtiyê daye derew e. Walîtiya Şirnexê derewan dike û tu welatî li tu deveran ne hatine bi cihkirin."
Walîtiya Şirnexê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de got, "Walîtiya me 47 malbatên ku duh konên wan hatine rakirin ji ber şert û mercên zor ên zivistanê li cihên pêkan bicih kirine." Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bertek nîşanî vê daxuyaniya walîtiyê da û wiha got: "Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya xwe de derew kirine. Tu welatî ji aliyê walîtiyê ve li tu deveran nehatine bicihkirin. Ger walîtî rast dibêje bila tenê malbatekê nîşanî me bide ku li derekî bi cih kiriye."
Kadirhan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku welatiyên konên wan hatine rakirin li deverên cuda bi cih bûne û wiha axivî: "Welatiyên ku konên wan hatin xerakirin li gundê Avgamasya, bajaroka Dêrgulê, hinek welatiyan berê xwe dan Şirnexê û hin welatî jî li kampa berê ya ku Êzdiya bikar tîna bi cih bûne. Tu welatî li deverek ku walîtiyê nîşan daye bi cih nebûne."
(kom/no/mb)