Gelê Desimê zarokên xwe bi girseyî defin kirin
DERSIM (DÎHA) - Gelê Dersimê cenazeyên endamên HPG û YJA Starê Ugurcan Akgunduz, Cemal Kaya û Dîlek Gunenc, ên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, li gundên wan bi girseyî defin kirin.
Di 16'ê Cotmehê de li Geliyê Pîlûmûriye nêzî gundê Mirikê artêşa tirk bi balafirên şer û helêkopteran êrîşa hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de 14 gerîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Gerîllayên HPG û YJA Starê Ugurcan Akgunduz (Şiyar Dersim), Cemal Kaya (Sefkan Dersim) û Dilek Gunenc (Roza Helin), ên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, li gundên wan bi girseyî defin kirin. Di merasima cenaze de bi sedan welatî û wekilên HDP'ê, hevşaredarên Dersimê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî amade bûn. Malbatan piştî cenaze ji Cemxaneyê wergirtin, bi siloganên “Şehîd namirin" birin qada merasimê. Malbatan bi zimêrên zazakî qeriyan û gel hestiyar kirin. Dayikan bertekên xwe bi gotinên “Zaliman dora zarokên me pêçan û qetil kirin" anîn ziman.
Onlu: Dersim li ber zilmê serî netewand
Di merasimê de rêz hat girtin û Çerxa Şoreşê hat xwendin. Piştre wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, soza têkoşînê da û got: "Rêya gerîllayên jiyana xwe ji dest dan rêya me ye. Ew di rêya Alişêr, Seyid Riza, Zarifeyan de meşiyan. Ger ku li van çiyayan Yezid û zulim hebe, li dijî vê yekê ciwanên me yên di ber xwe didin jî hene. Seyid Rıza, Zarife, Alişer û Sakineyan di ber xwe dan, Serî ne tewandin. Em jî tu carî serî natewînin. Li dijî zilmê têkoşîn rewa ye.
Em dê têkoşînê mezin bikin. Piştî axaftinan cenaze bi tilîliyan hatin oxirkirin.
Cenazeyê HPG'î Ugur Akgunduz bi girseyî şandin Gundê Milî li goristana gund bi girseyî had definkirin. Wekîlê HDP'ê yê Agirî Bedran Ozturk jî beşdarî merasimê bû. Li ser gorê find hatin pêxistin û qurnefilên sor danîn ser gorê. Dayika Akgunduz Suheyla Akgunduz, li ser gorê got: "Kurê min ez bêyî te nikarim bijîm. Rabe em biçin mal. Tu hêj ciwan e." û ji ser hişê xwe çû.
Kaya bi hêsirê çavan hat definkirin
Cenazeyê HPG'ê Cemal Kaya jî bi karwanek mezin li gundê Venkê yê Dersimê hat definkirin. Karwan li nokteya polisan a Kemere Bel hat rawestandin. 10 kilometre şûnde jî karwan li nokteya Karşilarê hat rawestandin. Karwana cenaze piştî astengiyan gihişt gund û li gund bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Kaya piştî hat definkirin, malatê hêsirê çavan negirtin. Malbatê qurnefil danîn ser gorê û dua xwendin. Li qereqola Sariataşê Drone karwan qeyd kir.
Nadire: Ez nagirîm
Cenazeyê gerîllaya YJA Starê Dilek Gunenc jî li gundê Eginikê yê Dersimê hat definkirin. Wekîlê Dersimê Alican Onlu û Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun beşdarî merasima cenaze bûn. Leşkeran karwana cenaze li 5 nokteyên cuda rawestand. Piştî kontrolê cenazeyê Gunenc anîn mal û helalî xwestin. Pişter jinan darbest danî ser milê xwe û heta goristana gund birin. Bav Yusuf Gunenc, li ser keça xwe zimêr gotin got "Ez qurbana keça xwe me" Dayika Dîlek Nadire Gunenc jî got "Keça min Roza ez bi te serbilind im. Ez nagirîm. Negirîn Roza min bi qedr û qîmet e.
(mae)