DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dozgeriyê bi lez lêpirsîn da destpêkirin

 
25 Cotmeh
17:40 2016

AMED (DÎHA) - Serdozgeriya Amedê derbarê parlementerên HDP Uca, Yigîtalp û Pîr de ji ber beşdarî merîsama cenazeyên gerîla bûn lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yigîtalp û Ziya Pîr de bi hinceta “Tevlî merasîma cenazeyan bûne” lêpirsîn da destpêkirin. Lê balkêş e ku dozgeriyê bi bayê bezê li parlementeran lêpirsîn da vekirin. Parlementeran da xuyakirin ku derbarê lêpirsînê de heta niha ji wan re agahdarnameyek ji wan re nehatiye. Uca, Yigîtalp û Pîr îro beşdarî merasîma cenazeyên endamên HPG û YJA-Starê Ramazan Karadag (Piling Sûr), Îbrahîm Gultekîn (Dogan Amed), Şevîn Akdamar (Nûjîn Solîn) û Semra Elalmiş (Peyman Kurdistan) ku li Goristana Yenîkoya Amedê hatibû li darxistin bûbûn.

(bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN