Di rojekede 6 caran derket pêşberî dadger
STENBOL (DÎHA) - Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya hat girtin a Ozgur Gundemê Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine", "heqaret li serokomar kirine" û "turk û saziyên dewletê biçûk xistine" 6 çaran derketin pêşberî dadger.
Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya hat girtin Ozgur Gundemê Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê Reyhan Çapan îro 6 caran ji dozên cuda derketin pêşberî dadgehê. Keskin û Çapan bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine", "heqaret li serokomar kirine" û "turk û saziyên dewletê biçûk xistine" 6 çaran derketin pêşberî dadger. Keskîn û çapan li 14'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza û 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derketin pêşerî dedger. Rûniştinên dozên wan taloqî demên cuda hatin kirin.
(mae)