DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Personelê dibistanê dest dirêjî xwendekarekê kir

25 Cotmeh
19:12 2016

AMED (DÎHA) - Hat diyarkirin ku li Dibistana Seretayî ya Hamravatê ya Yenîşehîra Amedê personelê dibistanê dest dirêjî xwendekarekê kir.

Li Dibistana Seretayî ya Hamravatê ya Yenîşehîra Amedê hat diyarkirin ku xizmê personelê dibistanê dest dirêjî xwendekara dibistanê ya a pola 3'yemîn kir. Piştî xwendekarê malbata xwe agahdar kir, malbet hat dibistanê û li dibistdanê êrîşî bersûc kir. Welatîyên derdorê ketin navberha wan û xwestin wan aş bikin. Piştre bersûc malbata xwe agahdar dike û malbat jî tên dibistanê. Li ser vê yekê dîsa di navbera du malbatan de rageşî derket. Li ser rageşiyê polîs hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê êrîşî malbatan kir. Polîsan kesê destdirêjî kir jî binçavkirin.

(dy/bo/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN