DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo Şirnex'ê banga piştevaniyê

 
25 Cotmeh
20:38 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Heyata KCD û DBP'ê ya ku konên Şirnexiyan ziyaret kirin bi gelê Şirnexê re hatin cem hev û ji bo Şirnexê banga piştevaniyê kirin.

Heyeta KCD û DBP'ê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî di nav de hatin Şirnexê. Piştî li konan geriyan li ber avahiya DBP û HDP ya bajaroka Dêrgulê daxwuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxwuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk axivin û ji bo Şirnexiyan banga xwedî derketinê kirin. Parlementera Şirnexê Leyla Bîrlîk anî ziman ku dorpêça li Şirnexê berdewam dike û di encama vê dorpêçê de bi darê zorê nêzî 3 hezar malbat ji Şirnexê koçî gundên derdora Şirnexê kirine û wiha axivî:"Gelê Şirnexê ku naxwaze axa xwe bi terikîne li cihên weke quntarên Cudî û Gabar, Qilaban û bajarokê Qesrikê bi cih bune û di konan de jiyana xwe berdewam dikin.Lê belê van sê rojên dawî êrişek pir dijwar ser van konan heye û nahêlin êdî gelê me di konan de jî jiyana xwe berdewam bikin."

Bîrlîk got ku, armanca dewletê ya sereke dibin navê Şirnexê de Kurdistanê bê mirov hiştine û wiha berdewam kir: "Dewlet dibêje Şirnexiyan hun kuve diçin herin riyek çareseriyê jî ji wan re nîşa nake ev jî tê wê wateyê ku dixwazin Şirnex û bi giştî Kurdistanê bê mirov bihêlin. Ev sê rojin em hevdîtinan dikin û li gel malbatanin malbat li ber xwe didin û naxwazin konên xwe berdin.Lê her roj rastî gefên hêzên dewletê tên.Ji ber van gefan jî ji bo ku ji hêla dewletê ve konên wan neyên rakirin bi xwe dest bi komkirina konên xwe kirine."

'Berxwedana gelê Şirnxê moral û keyfxweşiyek mezin dide me'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku ewê hertim li cem berxwedana gel cih bigrin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ji bo em bi gel re bi kevin nava hevgirtinê de em hatin vir lê em rastî her curê êriş û astengiyên hêzên dewletê hatin. Em vê nêzîkatiya walîtiya Şirnexê şermezar dikin.Bi vî awayî pêşwazîkirina hevserok û wekîlan di rastiyê de nêzîkatiya dewletê ya ji bo siyaseta kurd diyar dike. Em ji vir jî dizanin ku tehemula dewletê ji berxwedan û îradeya gel re nîne." Tuncel berxwedana gelê Şirnexê silav kir û wiha got:"Em berxwedana gelê Şirnexê pîroz dikin ev berxwedan moral û keyfxweşiyek mezin dide me û bime dide diyarkirin ku bê ka pêwîste berxwedan û têkoşîna me di kîjan astêde be. Gelê Şirnexê li hemberî kesên ku malê wan hilweşandine jiyana di konan de girtin ber çavan û diyar kirin ku ewê axa xwe tu carî ne terikînin. Gelê Şirnexê li hemberî polîtîqayên dewletê yên dest avêtina jimara şêniya Kurdistanê û bê mirov hiştina Kurdistanê di konan de ma û da diyar kirin ku wê dewlet ne gihije armanca xwe. Dewlet jî ji bo vê berxwedana gelê me bişkîne serî li her curê êrişan dike bi kebçeyan diçin ser konên wan xirakirin û xiradikin."

'Me pir hewilda em bi wezîrê karên hindir re bên cem hev lê me encam negirt'

Tuncel diyar kir ku, ew ev çend mehin ji bo ku cihek yê nîçtecih bunê ji gel Şirnexêre amade bikin hewildidin ku bi wezîrê karên hindir re hevdîtin bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ji bo em bi Wezirê karên hindir re bên gel hev me pir hewil da lê tu encamê erênî ne hatine bi dest xistin. Dewlet bi asteng kirina karên me ku em ji bo gelê Şirnexê dikin di rastiyê de polîtîqayên xwe yên dijminahiyê dide nîşa kirin. Sedemê van pirsgirêkan hemuyan daxwaza dewletê ya bi destxistina qezencên gelê kurd e."

Tuncel bang li kesên demokrat kir û wiha axivî: "Li derdora Şirnexê bibin xelek. Ji ber ku Şirnex ne tenê Şirnexe di heman demê de pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê diyar dike. Pêwîste em vî barî tenê li ser milê gelê Şirnexê nehêlin û hemû bihevdure bibin alîkar. Emê weke HDP,DBP,DTK û hemu saziyên li Kurdistanê emê rolê ku dikeve ser milê me pêkbinin û emê berxwedana xwe bilind bikin bila gumanên kesê ji vê çendê çênebin. Lê pêwîstiya me bi alîkariya gelê me heyei pêwîste em bi hevdure di nava hevgirtinekê debin.Zivistan tê pêwîste ji bo ku hîn zêde gelê me mexdur nebe em dest bidin hev û alîkariya hevdu bikin. Gelê kurd ev sed sale di Rojhelata Navîn de berxwedanê dike û gelek qezencên mezin bi dest xistiye û wê gelê kurd nehêle dewlet van qezencên wan bi dest bixe. Emê li ber xwe bidin û em ê serbikevin bila ev jî bibe soza me ji bo Şehîd û gelê me. Tuncel derbarê greva birçûban ku ev 17 roje li Girtîgeha Şirnex berdewam dike de jî ev gotinan anî ziman: "Em slav ji berxwedana girtigehan re dişînin.Bila hemû kes dora ev berxwedanan kom bibe."




(kom/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN