DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin - DEQEYA DAWÎ

 
25 Cotmeh
22:02 2016

AMED (DÎHA) – Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî ji aliyê polîsên Şaxa Mucadeleya bi Terorê ya Bajêr ve hatin binçavkirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, vê êvarê ji aliyê polîsn ve hatin binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînên arasteyî PKK’ê de der barê hevşaredaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Hevşaredar Gultan Kişanak li Balafirgeha Amed û Hevşaredar Firat Anli jî li navnîşana xwe ji aliyê Polîsên TEM’a Mûdûriyeta Polîsan a Amedê ve hatin binçavkirin.

Kişanaka ku li Balafirgehê hat binçavkirin, ji Enqereyê vedigeriya. Kişanak, îro ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ku têkildarî helwdana derbeya 15’ê Tîrmehê û bandora wê yî li ser siyasetê hatibû avakirin, hat guhdarîkirin. Piştî komîsyon navberd ayê, Kişanak jî bi balafirê vegeriya Amedê. Dema ji balafirgehê datê, tê binçavkirin.

Polîsan li mala Kişanak û Anli dest bi lêgerînê kirin.

Li şaredariyê dîmena derbeyê

Piştî hevşaredar hatin binçavkirin, bi awayekî hemwext polîsan polîsan bi ser şaredariyê de girt. Bi gelek polîs, wesayîtên zirxî yên wek TOM û akrepan avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin. Xebatkarên şaredariyê yên xwestin têkevin şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li gel rageşiya di navbera polîs û xebatkaran de, hinceta lêgerînê nehat zanîn û der barê wê de tu agahî nehatin dayîn.

Li ser her derên avahiya şaredariyê tîmên tabet ên di dest wan de çekên lûledirêj hatin bicihkirin.

Parlementrea HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ê hay ji serdegirtinê bûn, hatin ber avahiya şaredariyê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN