DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gel ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve diherike - FLASH

 
25 Cotmeh
23:41 2016

AMED (DÎHA) – Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak hatin binçavkirin û ji aliyê polsîan ve bi wesayîtên zirxî avahiya aşredariyê hat dorpêçkirin, gel û hilbijartî ber bi avahiya şaredariyê diherikin. Her diçe hejmara girseyê zêde dibe û dirûşmeyên “Êrîş nikarin me bitepisînin” tên berzkirin.

Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatin binçavkirin, avahiya şaredariyê ji aliyê polsîan ve bi wesyaîtên zirxî ve hat dorpêçkirin û li avahiya şaredariyê lêgerîn didome, gel ber bi avahiyê ve diherike. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, Parlementerên HDP’ê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî hatin ber Şaredariya Bajarê Mezin. Her içe hejmara girseyê zêde dibe û tê payîn ku dê Tûncel daxuyaniyê bide. Li ber avahiya şaredariyê dengê bezrkirina dirûşmeyên wek “Êrîş nikarin me bitepisînin” bilind dibe. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin jî ji hemû personelên xwe re peyam şandin, da xwedî li şaredariyê derkevin.

Hat diyarkirin ku, Wekîlê Seroka Koma HDP’ê Îdrîs Balûken jî bi Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy re hevdîtin pêk aniye. Têkildarî naveroka hevdîtinê agahî bi dest neketin.

Li gel CMK 119'an jî dê hemû avahî rastî lêgerînê bê

Hat zanîn ku polîsan, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê otopark jî di nav de biraya her derî standiye. Li ser vê parêzerên şaredariyê li dijî vê îtiraz kirin ûg otin ev lid ijî maddeya 119’an a CMK’yê ye. Parêzeran bi bîr xist ku, şaredarîs aziyeke tuzel e û gotin, li gor vê lêgerîn dikare li odeya hevşaredarên hatiye binçavkirin pêk bê, li deverên wê yî din na. Lê li gel vê jî, polîs li her derî lêgerînê pêk tînin.

Nahêlin tu kes têkeve hundir

Li avahiya ku lêgern lê didome, Sekreterê Giştî yê Şaredariay Bajarê Mezin a Amedê Zulkif Karatekîn xwest têkeve hundir, lê polîsan astengî jê re derxist. Her wiha polîs tu parêzerên fermî yên şaredariyê jî anxin hundir.

Lêgerîna li mala Kişanak û Anli bid awî bû.

Li mala Kişanak û Anli yên li Peyasê lêgerîna polîsan bi dawî bû. Têkildarî mijarê parêzerê şaredariyê Cîhan Aydin agahî dan û wiha dest nîşan kir: “Lêgerîn bi dawî bû, niha girtek tê girtin. Di hinceta binçavkirinêd e ya ku ji me re hat xwendin, tu agahiyeke şênber tune ye.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN